Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera şehîdkirina Dr. Ebdurahman Qasimlo

 

SALVEGERA ŞEHÎDKIRINA DR. EBDURAHMAN QASIMLO
SALA 1989’AN BI DESTÊ REJIMA ÎRANÊ LI VIYANAYÊ HAT ŞEHÎDKIRIN

Dr. Ebdurrehman Qasimlo, 22’ê Mijdarê sala 1930’î , ji malbateke dewlemend û navdar li bajarê Urmiyê ji dayik dibe.

Piştî perwerdeya seretayî û navîn, bû endamê PDK’a Îranê û piştî darvekirina Qazî Mehemmed û hevalên wî di sala 1946an de, bi awayekî çalak dikeve nava xebatên siyasî..

Ebdulrehman Qasimlo, paşê ji bo xwendina bilind çû welatê Firansayê û ji wir berê xwe da Komara Çekê..

Piştî ku li zanistgeha Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî û civakî de diqedîne, sala 1952’an vedigere Îranê..

Dr. Qasimlo piştî pênc salan careke din diçe Komara Çekê û heta sala 1970’î wekî mamoste li zanistgeha Pragê kar kir.

Piştî ku sala 1979’an Mihemed Riza şah Pehlewî ji Îranê reviya, Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li her devera vî beşê welat da destpêkirin.

Piştî cîhada Xumêynî ya ku Kurd wek kafir û dijberên şoreş û dînê îslamê bi alîgirên xwe dan nasandin, li dijî Kurd û şoreşa gelê Kurdistanê êrîş destpêkirin.

Dr. Ebdurrahman Qasimlo careke din neçar dimîne ku berê xwe bide welatên Ewrûpayê û li wir dest bi xebatên dîplomasiyê dike..

Rejîma Îranê sala 1989’an bi Qasimlo re têkilî danî da ku bi riyên muzakereyan pirsgirêka Kurdên Îranê çareser bike.

Û 13 Tîrmeha sala 1989’an li paytexta Awusturya Viyanayê, di hevdîtina li restorantekê de, bêbextî li lîderê Kurd kirin..

Di encamê de Dr. Abdurrehman Qasimlo ji aliyê sîxûrên rêjîma Îranê ve tê şehîdkirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv