Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Alî Çîçek…Stêrka sor a berxwedana 14’ê Tîrmehê

 

ALÎ ÇÎÇEK… STÊRKA SOR A BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ
JI DAGIRKERAN RE GOT “WEZÎFEYA WE ÊŞKENCE YA MIN JÎ BERXWEDAN E”

Sala 1961’ê li navçeya Riha Hîlwanê ji dayîk dibe.

Hê di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike.

Pêşî li Edenê tê girtin û li vir cara pêşî li cem Kemal Pîr dimîne.

Hevrêyê wî Fûat Kav wiha behsa wê demê dike:

Piştî ku tê berdan navber nade têkoşîna xwe.

Piştî demekê li Rihayê tê girtin.

Êşkenceyeke giran lê dikin ji bo ku bibe îtîrafkarek.

Fûat Kav wiha behsa îradeya hevrêyê xwe yê ciwan dike:

Paşê wî dibin zindana Amedê.

Ji ber ku xurt e û timî çalak e, li zîndanê jê re dibêjin “Stêrka Sor.”

Li vê derê jî li dijî hovîtiyê, zilm û êşkenceya li ti devera cîhanê nehatî dîtin li ber xwe dide.

14’ê Tîrmeha 1982’yan dema beşdarî doza PKK’ê ya Rihayê bû, dide pey biryara berxwedana mezin a Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Akîf Yilmaz.

66 rojan bi îradeyeke ji pola di rojiya mirinê de dimîne.

Û 17’ê Îlona 1982’yan bû şehîdê dawî yê berxwedana 14’ê Tîrmehê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv