SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
LI SERÊNSARÎ EWRUPA BI ÇALAKIYAN HAT PROTESTOKIRIN
9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT’a Tirk ve komkujiyek pêk hat.
Yek ji damezrînerên PKK’ê Sakine Cansiz, nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên kurd Leyla Şaylemez bi awayek hovane hatin qetilkirin.
Ev komkujî li seranserî Ewrupa bi çalakiyan hat protestokirin.
Li Parîsê, li cihê ku 3 jinên Şoreşer lê hatin qetilkirin bi hezaran kes daketin qadan.
Hêrsa gelê kurd, wekî roja yekemîn e.
Jinan bi wesîleya rasthatina salvegerê careke din hêrsa xwe bi meş û mitîngan anîn ziman.
Meşê li ber navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê destpê kir.
Sekreteré Giştî yê Partiya Kominist a Fransa Fabien Roussel û alîkara şaredariya Parisé Helene Bidard jî tevli meşê bûn.
Li ser navê Tevgera Jina, Zeynep Dersim jî axivî û destnîşan kir ku ji bo kujer werin darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Li ser navê CDK-Fransayê jî, Murat Ceylan destnîşan kir ku dîktatoriya faşîst a Erdogan ev komkujî pêk anî.
Piştî axaftinan ji bo çalakiya roja şemiyê bangewazî li gel hat kirin.