Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek navendên Ewrûpayê komkujiya Parîsê hat protesto kirin

 

SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
LI GELEK NAVENDÊN EWRUPAYÊ KOMKUJÎ HAT PROTESTO KIRIN

Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê a ku ji aliyê MÎT’a tirk ve pêk hat, li gelek navendên Ewrupayê bi çalakiyan hat protesto kirin.

Her sê jinên şoreşger Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Dusseldorf yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Kurdan û dostên xwe li ber konsolosxaneya Fransayê hatin bahev û komkujiya Parîsê şermezar kirin.

Di axaftinan de û bêdengî û hevkariya Fransayê a bi dagirkeriya Tirk re jî hat şermezar kirin

Li paytexta Elmanya Berlin ê jî çalakiyek pêk hat.

Çalakgeran li vir jî balkişan ser komkujiyê û ji hikumeta Fransa xwestin, qetlîama li parîsê ronî bikîn.

Li pêşiya Konsolosxaneya Fransay a li bajarê Frankfûrt jin çalakiyek hat li darxistin.

Sazî û endamên YJK-Frankfûrt, Jina Nû, AKD û Wonen Defend Rojava tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftin û peyaman de hat gotin ku êş û hêrsa me hîna wekî roja berê nû ye.

Her sê jinên şoreşger Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Saarbruckenê jî hatin bîranîn.

Li paytexta Îngîlîstan London û li paytexta Beçîka Brukselê jî her sê Jinên Şoreşger hatin bîranîn.

Çalakiyên li van her du navendan li pêşiya konsolosxaneya Fransayê pêk hatin.

Di çalakiyan de hat gotin ku, bi ruhê Sarayan têkoşîna azadiya jinan li Rojhilata Navîn û li her çar beşên Kurdistanê didome.

Bi heman armancê li pêşiya Konsolosxaneya Fransay a li paytexta Swîsre Bernê jî çalakiyek pêk hat.

Çalakgeran bang li dewleta Fransa kirin û jê xwest komkujiya Parîsê ronîkirin.

Navendeke din a çalakiyê bajarê Denhaag a Holandayê bu.

Di çalakiyê de hate gotin ku tevî 9 sal li ser qetlîamê re derbas bûye jî qetlîam nehatiye ronîkirin.

Di vê hikumeta Fransa demildest Komkujiyê ronî bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv