Şehîdên komkujiya Mereşê bi merasiman tên bibîranîn.
Li Mereşê meşek pêk hat û peyama hesabpirsênê hat dayîn.
Êrişa dewleta Tirk di 19’ê Kanûna 1978″an de destpêkir, di 24’ê Kanûnê de veguherî komkujiyê.
Li gorî daneyên fermî, di encama komkujiyê de 111 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.
Armanca esasî ya komkujiya li dijî Elewiyên Kurd ew bû ku pêşî li tevgera azadiya Kurd bigrin.
SALVEGERA KOMKUJIYA MEREŞÊ
TEVÎ ASTENGIYA WALITIYÊ, BI SEDAN KES LI MEREŞÊ MEŞIYAN
Komkujiya Mereşe ket 43 saliya xwe.
Hê jî berpiryarên vê komkujiyê nehatine girtin berovajî hatine xelatkirin.
Li dijî vê yekê xelkê Mereşê daketin qadan.
Tevî hemû qedexeya walitî û astengiya polîsan jî bi sedan kesî dest bi meşê kir.
Di meşê de bênavber dirûşme hatin berzkirin.
Meşê heta ber deriyê Mala Cem a Erenler dewam kir.
Li vir ji bo bîranîna qurbaniyan semah hat gerandin.
Pişre Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê her roj êrîşî elewiyan dike.
Huseyîn Mat jî li ser navê saziyên elewiyan ên li Ewropayê xebatan dikin axivî û destnîşan kir ku yên ku komkujiyê pêk anîn negihiştin mexseda xwe.
Huseyîn Guzelgul jî li ser navê saziyên elewiyan yên li Tirkiyê axivî û destnîşan kir ku ew ê ne vê komkujiyê û ne jî komkujiyên din ji bîr nekin.
Piştî axaftinan ji bo bîranîna qurbaniyan find hatin pêxistin û bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.