Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt mêvanê bernameya taybet a televîzyona me bû.
Amed Malazgîrt şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.
Û destnîşan kir ku di sala 2021’an de gerîla bi sekna xwe ya fedayî, armanc û hedefên dewleta Tirk têk birin.
BERXWEDANA GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT JI TELEVÎZYONA ME RE AXIVÎ
Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt têkildarî berxwedana gerîla û şerê li dijî dagirkeriya Tirk ê li çiyayên Kurdistanê ji bernameya taybet a televîzyona me re axivî û bersiv da pirsên rojnamevan Ronî Deştelanî.
Amed Malazgirt destpêkê qala berxwedana gerîla ya li herêma Garê kir.
FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT
GERÎLAYÊN LI MAMREŞO Û WERXELÊ BI BERXWEDANA XWE DÎROK NIVÎSANDIN
Amed Malazgirt êrişa dewleta Tirk a 23’yê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkirî bi bîr xist û got:
Gerilayan qada Mamreşo û Werxelê derba herî giran li dewleta Tirk a dagirker da.
FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT
HEVALÊN ME BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞEHÎD BÛN
Fermandarê HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk ji ber encam bi dest nexist, bi çekên kîmyewî dest bi êrişê kir û got.
Hevalên me di encama êrişên çekên kîmyewî de şehîd bûn.
FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT
GERÎLAYAN BI PÊNAGAVA BAZÊN ZAGROZÊ 307 ÇALAKÎ LI DIJÎ DAGIRKERAN KIRIN
Amed Malazgirt derbarê bîloncoya pêngava şoreşgerî ya “Bazên Zagrosê” de jî ev agahî dan.
FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT
GERÎLA LI HER DERÊ POZÎSYONA XWE DIPARÊZE, YA TÊK DIÇE DEWLETA TIRK E
Amed Malazgirt herî dawî da zanîn ku gerîla li her derê pozîsyona xwe diparêzê û ji bo sala nû ev peyam da..