SALVEGERA KOMKUJIYA GELIYÊ ZÎLAN
NÊZÎ 40 HEZAR KURD HATIN KUŞTIN Û 44 GUND HATIN ŞEWITANDIN
Yek ji komkujiyên dîroka Tirkiyê jî, komkujiya Geliyê Zîlan e.
Dewleta tirk 13’ê tîrmeha 1930’an yek ji komkujiyên herî mezin û hov ên li dijî Kurdan pêk anî.
Li Geliyê Zîlan bi hezaran Kurd kuştin û 44 gund jî şewitandin.
Her çiqas wekî 15 hezar kes hatin kuştin tê zanîn jî, şahîdên demê û hin çavkanî dibêjin hejmara kuştiyan ji vê hejmarê pir zêdetir e.
ŞAHÎDÊ KOMKUJIYA GELIYÊ ZÎLAN OSMAN ÎLLERÎ:
GUNDÎ KOMKIRIN Û BI TIFÎNGÊN MAKÎNEYÎ GULEBARAN KIRIN
Hêzên Tirk kesên sax man surgun kirin û dest danîn ser pez, mal û milkên gundiyan.
Ji şahîdên komkujiyê Osman Îllerî yê 107 salî, bi van gotinan qala wê komkujiyê dike.
Xwişka Osman Îllerî jî tevî zarokên xwe di komkujiyê de hatiye kuştin.
Osman Îllerî dibêje ew îxaneta sereşîrên wê demê ji bîr nake.