Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rapora TIHV’ê: Li bajarên Kurdan êşkence zêde dibe

 

ÎŞKENCE RAPOR KIRIN
RAPORA TÎHV’Ê: LI BAJARÊN KURDAN ÎŞKENCE ZÊDE DIBE

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê TÎHV, “Rapora Navendên Dermankirin û Rehabîlîtasyonê ya Sala 2020’an” eşkere kir.

Rapor asta îşkence û mûameleya xerab ên li Tirkiyeyê tên kirin, radixe pêş çavan.

Tê diyarkirin ku zarokekî 3 salî jî di nava kesên êşkecekirî de cih digire.

Li gorî raporê, di sala 2020’an de ji her 10 kesên îşkence li wan hatiye kirin herî kêm li 4 kesan îrişa zayendî jî hatiye kirin.

572 kesan ji ber îşkence û muameleya xerab, 2 kesan ji ber îşkence û binpêkirinên mafan ên giran, 31 kesan weke xizmê kesên hatin îşkencekirin, bi daxwaza dermankirin, rehabîlîtasyon û belgeyan serî li TÎHV’ê dane.

Hat tespîtkirin ku 12 serlêdanên ji bo îşkence û şahidiyê hatine kirin li derveyî welat pêk hatine.

Rapor wiha didome:

562 kesan 507 ji ber fikrên siyasî, nasname û çalakiyan hatine binçavkirin û li gorî sala 2019’an di rêjeya kesên di pandemiyê de li kolanan û qadên vekirî hatine binçavkirin de ji sedî 61 zêdetir bûye.

Di raporê de tê destnîşankirin ku kesên serlêdan kirine herî zêde li kolanan, qadên vekirî, di erebeyê de, li miduriyetên polîsan û li qereqolan hatine îşkencekirin.

Tesbîteke têkildarî nijadperestiya dewleta tirk beramberî kurdan jî di raporê de wiha cih digire:

Zimanê temamê zarokên ji ber nijad û sedemên siyasî îşkence dîtin kurdî ye û piştî qedexeya derketina derve ya li Bakurê Kurdistanê hat îlankirin îşkence li wan hatiye kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv