Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera destpêka Terteleya Dersimê: Piştî 83 salan, dewleta Tirk hê jî siyaseta qirkirinê didomîne

 

SALVEGERA DESTPÊKA TERTELEYA DERSIMÊ
PIŞTÎ 83 SALAN, DEWLETA TIRK HÊ JÎ SIYASETA QIRKIRINÊ DIDOMÎNE

Terteleya Dersimê 83 sal li pey xwe hiştin.

Rêveberiya Tirk di 4’ê gulana 1937’an de biryara veşartî ya li ser Dersimê Girt.

12’ê gulanê jî ew biryara bi navê Tevgera Tenkîl û şiyara “bila ser li ser gewdan, kevir li ser keviran nemînin” dest pê kir.

Hêzên Tirk ji hewa û bejahiya dest bi qirkirinê kirin.

Ava Çem û çayên Dersimê bi xwîna kurdistaniyan sor herikî.

Bi deh hezaran kes hatin kuştin û surgunkirin.

Bi taybetî zarokên keç, li sûbay û rayedarên Tirk hatin belavkirin.

Qirkirina 1937’an dest pê kir, heta dawiya 1938’an dewam kir.

Navê Dersimê kirin Tunçelî ango Destê bronz.

Ji pêşengên Dersimê Seyid Riza, kurên wî û gelek pêşeng dardekirin.

Di serî de fermandarên wê demê, heta niha gelek rayedarên Tirk hovîtiya li Dersimê îtîraf kiriye.

Lê belê tevî ku di ser re 83 sal derbas bûn, hê jî dewleta Tirk ev qirkirin nas nekirine.

Di ser de jî hê wê qirkirinê bi rê û rêbazên cûr be cûr didomîne.

SALVEGERA DESTPÊKA TERTELEYA DERSIMÊ
DBP Û HDP’Ê XWESTIN TERTELE WERE NASKIRIN Û BELGE BÊN EŞKEREKIRIN

Ji ber salvegera destpêka DBP’ê daxuyaniyek da, Seyid Riza û şehîdên terteleyê bi bîr anîn.

DBP’ê bi bîr xist ku li gorî daneyên fermî 13 hezar û 160 kes hatine kuştin, 11 hezar û 818 kes hatine surgunkirin û ji rêveberiya Tirk xwest terteleyê nas bike, cihê gora Seyid Riza û hevalên wî eşkere bike û dawî li siyaseta qirkirinê bîne.

HDP jî bi daxuyaniyekê şehîdên Terteleyê bi bîr anîn û banga naskirin û lêborînê kir û xwest belgeyên li ser terteleyê û zarokên wekî ‘Keçikên wenda ên Dersimê” tên zanîn bên eşkerekirin.

Kongreya Avakirina Dersimê û gelek saziyên din jî, şehîdên Terteleya Dersimê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyan de hate bi bîr xistin ku dewleta Tirk planên asîmîle û yên din ên qirêj hê didomîne û banga hişyarî hate kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv