3 ROJ IN ALÎBOGAZI TÊ BOMBEBARANKIRIN
LI SÊGOŞEYA PULUR, XOZAT Û ÇEMÎŞGEZEKÊ TEVGEREK ZÊDE HEYE
Artêşa dewleta tirk a digirker ev 3 roje herêma Alîbogazi bombebaran dike.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine bi dest xistin, li Herema Alîbogazi ya li sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê yên Dersîmê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de li daristanê şewat derket.
Hat fêrbûn ku ji ber bomberanê li gundê Kogolcî yê navçeya Pulurê şewat derketiye û bi barîna baranê vemiriye.
Heman çavkaniyan ragihand ku li herêmê tevgera hewayî dem bi dem dewam dike û hin dever tên bombebaran kirin.