Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Derbeya 4’Ê Mijdarê

 

 

 

Hevseroka berê ya BDP’ê Sehabat Tuncel ji girtîgeha Kandira bersiv da pirsên Ajansa Mezopotamya.

Bi taybetî me di nuçeya xwe de cih da nirxandinên Sebahat Tuncel ên li ser têkoşîna jinan, encamên wan û bendaweriyên ji hevgirtinê.

SALVEGERA DARBEYA 4’Ê MIJDARÊ
SEBAHAT TUNCEL: ÎRO BI SAYA BERXWEDANÊ TIFAQA AKP-MHP’Ê TÊK ÇÛYE

Dewleta Tirk 2016’an 4’ê mijdarê li dijî HDP’ê darbeya siyasî pêkanî, hevserokên partiye Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş di nav de gelek parlementer û siyasetmedar girtin.

Yek ji wan jî hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel e ku ji 6’ê mijdara 2016’an ve girtiye.

Sebahat Tuncel têkoşîna jinan ji ajansa Mezopotamya re nirxand û wiha dibêje:

Desthilatdar ji têkoşîna tevgera jinê ya li dijî pergala kapîtalîst a mêr dimeşîne aciz bûn.

Civaka jin lê ne azad be, em nikarin behsa azadî û wekheviyê bikin.

Ji bo hişmendî û çanda desthilata mêr, biguhere, divê têkoşîna azadiya jinê pêşbikeve û civakî bibe.

Sebahat Tuncel îşaret bi pergala hevserokatiyê jî kir û got:

Tevgera azadiya Jinê di warê civakî de şoreş avakir, mohra xwe li xebatên girîng da.

Dema jinê bîrdoziya azadiyê pêşdixist, ji bo vê xetê jiyanî bike, di warê civakî, aborî, çandî û jiyanî de polîtîka pêşxist.

Hevserokatî, nunertiya wekhev, rêxistinbûna jinê ya xweser, meclisên jinan, butçeya di warê de jinê de baldar, li hemû qadên jiyanê pêkanîna wekheviya jin û mêr, têkoşîna bê ferq û cûdahî ya li dijî şîdeta li jinê û hercûre cudahiyê çavê desthilata mêr a serdest tirsand.

Siyasetmedar Sebahat Tuncel têkildarî helwesta jinê jî vê nirxandinê dike.

Siyasetmedarên jin ên Kurd, parlementer, hevşaredar, endamên meclisê û aktivîstên jin girtin.

Saziyên jinê girtin dest danîn ser destkeftiyên wan. Hevpeymana Stenbolê ku encama têkoşîna jinê bû di şevekê de betal kirin.

Ji bo jinê di malê de heps bikin, her astengî derxistin pêşiya wan. Lê ev polîtîka bû hincet jin têkoşîn û berxwedana xwe zexim bikin.

Jin di her firsetê de, helwesta xwe ya li dijî zayendperestî, nijadperestî, olperestî, faşîzm û mîlîtarîzmê eşkere dike.

Siyasetmedar Sebahat Tuncel di dawiyê de vê dibêje:

Îro AKP û tifaqa cumhurê winda kiriye, li ser amurên zextê xwe li ser piya digire. Heke desthilat hatibe vê astê, ev encama têkoşîna jinê ya, azadî, wekhevî û demokrasiyê ye.

Jin, jiyana nû û paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê avadikin. Bi bawerim, jin dê pêşengiyeke bi rêxistî û bi hêz bikin.

Em li ku dibin diba bibin, dixwazî li derve dixwazî di girtîgehê de, emê ji bo azadiya jinê, ji bo wekhevî, yekîtî û azadiya baweriyan têbikoşin.

Bi jinên cîhanê re hevgirtina xwe mezin bikin.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv