Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

RebeccaSondergaard

 

 

Endama lijneya navenda Keskesor a Ciwanan a Demokratîk a Danîmarka Rebeca Zondergard ji ajansa Jinnewsê re axivî.
Rebeca bi taybeti li ber paradîgma Rêber Apo sekînî û got:
Li welatê me piranî çepgir Abdulah Ocalan nas dikin.
Me gelek îlham jê girtiye, em pirtukên wî dixwînin, nîqaş dikin û jê hes dikin.

“ÇARESERÎ PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E”
REBECCA SONDERGAARD: AZADIYA ABDULAH OCALAN ROJEVA ME YE JÎ

Modernîteya demokratîk a Rêber Apo xwe dispêre, paradîgma demokratîk ekolojîk û azadiya Jinê.

Paradîgma Reber Apo rêya derketina ji krîz û qeyranên pergala kapîtalîste ku, dibe sedema qirkirina jin û gelan.

Fikir û Felsefeya Rêber Apo sînorên Kurdistanê ji zûve derbaskiriye û li cîhanê wekî alternatî tê nirxandin.

Rebeca Sondergaard endama lijneya Navenda KeskeSor a Ciwanan a Demokratîk a Danîmarka ye.

Rebeca parêznameyên Reber Apo xwendiye û tevgera azadiyê û têkoşîna jinên Kurd ji nêzve dişopîne ji Jinnewsê re axivî.

Derbarê tecrîd û bandora modernîteya demokratîk de vê nirxandinê kir.

Divê Abdulah Ocalan ji zû ve hatiba berdan.

Em bawer dikin, wê rojekê azad bibe.

Ji bo vê em têdikoşin, zextê li hikumetê dikin û hewil didin bikevin nava tevgerê.

Li welatê me piranî çepgir Abdulah Ocalan nas dikin.

Me gelek îlham jê girtiye, em pirtukên wî dixwînin, nîqaş dikin û jê hes dikin.

Di avakirina konfederalîzma demokratîk de, parçeyeke mezin a feraseta me ye.

REBECCA SONDERGAARD:
FIKRÊN ABDULAH OCALAN HÊZÊ DIDE ME

Têkildarî hêvditina bi meclisa jinan a HDP’ê û hêza ji wan girtine de jî Rebeca vê dibêje.

Hevdîtin pir baş derbas bû. Em gelek ji şoreşa Rojava bi bandor bûn. Ji bo em gelê kurd ji nêz ve nas bikin, me organîzasyonek wisa pêk anî.

Em ji Abdullah Ocalan îlhamê digirin. Em hewl didin hêz û fikrên wî di xebatên xwe de bi cih bikin.

Mirovên vir jî bi vê fikrê tev digerin. Ev tiştekî gelek xweş e.

Em ji hêza jinên HDP’ê bi bandor bûn.

Tevî ku gelek zextan dibînin jî têkoşîna wan didome.

Em ê têkoşîna wan ji jinên Danîmarkayê re vebêjin.

Divê tu car şûnde gavê navêjin, ez gelek ji wan bi bandor bûm.

REBECCA SONDERGAARD:
JI BO LI WELATÊ XWE RÊXISTINBÛNÊ AVA BIKIN EM JI CIWANAN HÎNÎ GELEK TIŞTAN BÛN

Têkildarî kar û xebatên ciwanan ku rêbaza wan de jî Rebeca vê dibêje:

Bi meclisa ciwanan a HDP’ê re me demek derbas kir, em ji wan fêrbûn bê ka çawa têdikoşin.

Ji bo di zemînek hevpar de bên gel hev, em hatin vir.

Me hev naskir, em ji hev fêr bûn, em fêrbûn, li welatê xwe têkoşîneke rêxistî çawa bidin, me derbarê vê de bi ciwanan re nîqaş kir.

Ji vê şûnde jî wekî ciwanên keskan emê bi gelê kurd re dinava dan û standinê de bin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv