Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera darbeya 2’yê Adara 1994’an: Di ser re 27 sal derbas bûn, lê hişmendî weke berê ye 02.03.2021

 

SALVEGERA DARBEYA 2’YÊ ADARA 1994’AN
DI SER RE 27 SAL DERBAS BÛN, LÊ HIŞMENDÎ WEKE BERÊ YE

Rêveberiya rejîma Tirk 2’ê adara 1994’an li dijî îradeya gelê Kurd darbe pêk anî û mafê destlênedana Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Selîm Sadam, Leyla Zana û gelek wekîlên Kurd rakir.

Tevî ku hê prosodor temam nebûbû, dema parlementerên Kurd ji meclîsê derketin, bi fermana serokwezîra demê Tansu Çîller, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin girtin.

Wekîlên Kurd bi salan li zindanên Tirk man.

Tevî ku wezîrê karên hundur ê demê Nahît Menteşe îtîraf kir ku, girtina wekîlan şaşiyek bû, rêveberiya niha ya Enqerê heman riyê dişopîne.

SALVEGERA DARBEYA 2’YÊ ADARA 1994’AN
NIHA JÎ DIXWAZIN WEKE WÊ DEMÊ WEKÎLÊN HDP’Ê BIGIRIN

Desthilatdariya niha ji AKP-MHP’ê pêk tê, di sala 2016’an de li dijî HDP’ê darbe pêk anî, di serî de hevserokên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek wekîl girtin.

Hê jî, tevî Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek wekîl û hilbijartiyên Kurd girtî ne.

Di ser darbeya 2’ê adara 1994’an de jî ku li dijî wekîlên DEP’ê pêk hat 27 sal derbas bûn, lê heman hişmendî li ser kar e.

Desthilatiya AKP-MHP’ê di salvegera wê darbeyê de dîsa amadekariyê dike mafê destlênedana wekîlên HDP’ê rake.

SALVEGERA DARBEYA 2’YÊ ADARA 1994’AN
DI SALVEGERA DARBEYÊ DE LI DIJÎ HDP’Ê LÊPIRSÎN VEKIRIN

Di serî de Serokê partiya MHPê, şîrika desthilatiyê, Devlet Bahçelî gelek rêveberên rejîma tirk banga girtina HDP’ê dikin.

Serdozgeriya Dadgeha Bilind a Tirk di salvegera darbeya 2’ê adarê de li dijî HDP’ê dest bi lêpirsînê kir.

NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê:
WÊ HIŞMENDIYA DARBEKAR NIKARIBE PÊŞIYA ME BIGIRE

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê li ser salvegera darbeyê daxuyaniyek.

HDP’ê diyar kir ku tevî 27 sal jî derbas bûne, hişmendiya darbekar li ser kare û got:

“Tevî wan derbeyan em bi awayekî serbilind li ser piya ne. Me hêz û rêxistiniya xwe mezin kirin û têkoşîna me didome.”

HDP’ê li himberî hewldanên girtinê ev peyam da:

“Çi dikin bila bikin, emê têkoşîna xwe bimeşînin, em dev ji destketiyên xwe bernadin. Careke din em soz didin gelê xwe ku, emê rûyê wan reş nekin”.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv