Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ronahî Serhat: Gerîlayên jin temînata azadiyê ne 02.03.2021

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RONAHÎ SERHAT:
GERÎLAYÊN JIN TEMÎNATA AZADIYÊ NE

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê Ronahî Serhat bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANF’ê re axivî.

Ronahî Serhat desnîşan dike ku jinên Kurd ji dema ku li nava refên PKK’ê dest bi têkoşîna azadiya jinê kirine vir ve her 8’ê Adarê kirine mîladeke têkoşînê.

Ronahî Serhat balê dikşîne tecrûbeya YJA Starê ya li çiyayên Kurdistanê jî û îşaret bi girîngiya xwe birêxistinkirina li dijî pergala paşverû ya ku jinan weke kole dibîne dike.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê dibêje divê 8’ê Adarê êdî weke rojeke sembolîk neyê dîtin û li ser têkoşîna jinan van peyaman dide:

Gerîlayên jin, yekîneyên çekdarî yên jinan temînata azadiyê ne.

Li her welatî li nava her civakê jin bi gef û metirsiyan re rû bi rû ne.

Divê jin teqez li hev kom bibin û yekîneyên xweparastinê ava bikin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RONAHÎ SERHAT:
JIN LI TEMAMIYA CÎHANÊ DI LÊGERÎNA PERGALEKE NÛ DE NE

Ronahî Serhat dibêje heta ku pergala serdest ji holê neyê rakirin û yeke nû li şûna wê neyê afirandin, jin rizgar nabin û têkildarî 8ê adara îsal van pêşbîniyan dike:

Îsal di 8’ê Adarê de wê sekneke radîkal were nîşandan û ev yek wê bibe jêpirsînkirina pergala serdest.

Pîrozkirin, pêşwazîkirina 8’ê Adarê tê wateya serhildanê û hesabpirîna ji sîstema mêr a serdest.

Ronahî Serhat li ser pêngavên azadiyê ku KCK û KJK’ê dane destpêkirin jî tîne ziman ku 15 gerîlayan bi serkeftina li Garê xeta serketinê ya Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” destnîşan kirine.

Ronahî Serhat pêngava KJK’ê ya bi navê ‘Li dijî qirkirina jinê, dem dema azadiya jinê û civakê ye’ jî bibîr dixe û dibêje:

Jin û ciwan ku hêza şoreşê ne, divê civakê rakin ser piyan.

Dem dema azadiyê ye.

8’ê Adarê wê bibe qada têkoşîneke radîkal ku teqez bi ser keve.

Gotina me wê çalakî be, çalakiya me jî wê serketin be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv