Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera damezrandina PKK’ê li Strasbourgê hat pîrozkirin

 

Salvegera 43’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate pîrozkirin.

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi çalakiyekê salvegera 43’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hate pîrozkirin.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, peyama Partiay Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) hate xwendin. Di peyamê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê weke rêbazeke nû ya jiyanê, meseleya rûmetê û çalakiyeke namûsê ya xwedî wateya dîrokî û civakî pênase dike.

Di peyama PAJK’ê de hate ragihandin ku PKK tevgereke mirovahiyê, jin, ked, civak û mirovê azad e û hate destnîşankirin ku bi pêşengiya PKK’ê têkoşîna azadiyê ya dîrokî bi dayina berdêlên giran hatiye afirandin.

Di peyamê de hate gotin, “Sala 44’an a têkoşînê ya PKK’ê wê bi serketinê tacîdar bibe” û salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û berxwedêran hate pîrozkirin.

Piştî xwendina peyama PAJK’ê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî.

Zubeyîr Aydar di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana gerîla ya ji bo azadiya gelê Kurd silav kir û salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir.

Zubeyîr Aydar diyar kir ku gelê Kurd bi pêşengiya Abdullah Ocalan û gerîla li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkerî û mêtingeriyê têkoşîneke mezin dimeşîne û destnîşan kir ku heta azadiya gelê Kurd wê têkoşîna li dijî dewleta Tirk bi dawî nebe.

Zubeyîr Aydar bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Bi berxwedana Rêber Apo, gerîla û gelê me pîlana dewleta Tirk têk çûye.” Zubeyîr Aydar anî ziman ku heta tecrîd bê şikandin û Ocalan azad bibe gelê Kurd wê li her cihî têbikoşe.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs jî axivî û salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir. Ahmet Karamûs di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîla ku bi rengekî dîrokî li ber xwe didin silav kir.

Karamûs destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana PKK’ê ji xweliyên xwe ji nû ve ava bû û destnîşan kir ku gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe ya dîrokî teqez azad bibe.

Piştî axaftinan hunermend Zarîfe Zerrîn, Sîdar Amedî, Serhed Med û Hzoan Fîgen derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv