Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KON-MED: Li dijî qirkirin û komkujiyan dakevin qadan!

KON-MED’ê xwest, hikumeta Elmanyayê dawî li peymanên xwe yên firotina çekan ên bi dewleta Tirkiyeyê re bîne û ji bo çalakiyên şermezarkirina komkujiyên Mereş, Roboskî û girtîgehan banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî salvegera Komkujiya Mereşê ya 19-26’ê Kanûna 1978’an, Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûna 2000’î û Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir.

Daxuyaniya KON-MED’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst dewleteke terorê ye ku xwe li ser qirkirin, komkujî, asîmîlasyona bi rêk û pêk û polîtîkaya tunekirinê ava kiriye. Dewleta Tirk a faşîst ku hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan dibîne divê tavilê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê bê darizandin.

Bi navê KON-MED’ê em komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst kirine hemûyan bi tundî û bi hêrs şermezar dikin. Hemû mirovên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Di 19-26’ê Kanûna 1978’an de Komkujiya Mereşê hate kirin ku berê hatibû plankirin û polîtîkaya dewletê bû. Jin û zarok jî di nav de bi sedan Kurd ên Elewî hatin qetilkirin. 19’ê Kanûna 2000’î li girtîgehên Tirkiyeyê siysaetmedarên dîlgirtî bi rengekî plankirî hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de 28 kesên bêparastin bi rengekî bêexlaq hatin qetilkirin. 28’ê Kanûna 2011’an li Roboskiyê bi balafirên şer komkujî hate kirin. Di vê komkujiyê de piraniya wan zarok 34 ciwanên Kurd bi hovane hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk a faşîst ev komkujî weke polîtîkayeke dewletê plankirî pêk anî û hîn jî bi rêk û pêk dewam dike. Van komkujiyên xwe di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyyaê li tevahiya Kurdistanê bênavber dewam dike.”

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û kuştina sivîlan bi balafirên bêmirov ên biçek hate bibîrxistin û hate gotin, “Ev kiryar hemû nîşan didin ku dewleta Tirk dewleteke terorê ye û ji ber van sûcên xwe divê pêkanîn lê bêne ferzkirin û bê darizandin. Dewleta Tirk a faşîst van komkujiyan hemûyan li pêş çavên cîhanê dike. Bi binpêkirina exlaq û rûmeta mirovahiyê van komkujiyan dike. Her kesên ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng e hevparê vî sûcî ne. Her kesên xwe mirov dibîne divê li ber van êrişan rabe.

Bi navê KON-MED’ê em careke din bang li hikumeta Elmanyayê dikin ku bi salan e fînansoriyê ji polîtîkayên komkujiyê yên li Kurdistanê re dike; peymanên li ser çekan ên bi dewleta Tirk a faşîst re kirine rawestînin. Li ber şerê qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst rabin ku bi salan e li dijî gelê Kurd dimeşîne. Piştgiriyê bidin têkoşîna rewa û mafdar a gelê Kurd.”

Di dawiya daxuyaniyê de li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst kirine, bang li gelê Kurd, şoreşger û hêzên demokrat hate kirin ku dakevin qadan û tevlî çalakiyan bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv