ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK
MIXABIN ÎRO PDK ARTÊŞÊK DAGIRKER, QIRKER Û TECAWIZKAR TÎNE ÇIYAYÊN KURDISTANÊ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya Rojeva Welat a televîzyona me de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re nirxand.
Sabrî Ok, bibîr xist ku Mesût Barzanî di dema referandûmê de got; “Dostên me çiyayên Kurdistanê ne”
Sabrî Ok da zanîn bi dehan caran ji PDK’ê xwestine ku hevdîtin çêbin, lê mixabin ti bersiv nedan.
Li hemberî dagirkeriyê jî Sabrî Ok bang li partiyên Kurd kir ku dagirkeriyê qebûl nekin û xwedî helwest bin.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK
HÊZA HERÎ REWA YA LI ŞENGALÊ XWERÊVEBERIYEKE DEMOKRATÎK Û XWESER E
Mijareke din ku Sabrî Ok bi taybetî li ser sekinî jî pilanên PDK, Bexda û dewleta Tirk ên li ser Şengalê bû.