XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ DESTHILATDARIYA BAŞÛR
DI ÊRÎŞAN DE 6 CIWAN HATIN KUŞTIN, BI DEHAN JÎ BIRÎNDAR BÛN
Bi rojan e xelkê Başurê Kurdistanê ji ber nebûna kar, xizmetguzarî û nedana mûçeyan li dijî desthilatdariyê li qadan e.
Polîsan xwe li xwepêşandanan ranegirtin û bi gulleyan êriş kirin.
Di encama êrişan de li navçeya Seyidsadiqê ciwanên bi navê Herêm Elî û Emîr Ubêd hatin qetilkirin.
Xwepêşandana li bajarokê Tekye ya ser bi navçeya Çemçemalê jî ciwanekî 28 salî hat qetilkirin.
Li Çemçemal ciwanê bi navê Adam Yehya, li Kifrê Ako Silêman û li Derbendîxan jî Serbest Osman hatibûn qetilkirin.
Her wiha bi sedan kes jî birîndar bûne.
Tevî êrişan jî gel li Seyîdsadiq, Tekye, Çemçemal, Xurmal, Kifrî, Zerayen, Pîremegrûn, Şarezur, Kelar, Pêncwên û Warmawe li qadan bûn.
Xwepêşandanan heta derengiya êvarê dewam kirin.
Di xwepêşandanan de gelek baregehên hizban hatin şewitandin.