Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sabrî Ok: ‘Bi Talîban re her kes dixwaze hevdîtinê bike, lê îradeya Şengalê nas nakin’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
PÊWÎST DIKIR DEWLETA IRAQÊ JI BO ŞEHADETA HEVRÊ SEÎD HESEN DAXUYANIYEK BIDAYA

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, di bernameya Taybet a televîzyona me de êrişên dawî yên li dijî Şengalê nirxand.

Sabrî Ok serîda Seîd Hesen, kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Serdana Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî ya Şengalê bibîr xist û got; wê Seîd Hesen bi Mistefa Kazimî re hevdîtin bikira.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
ERKA PDK’Ê NE EW E KU CIHÊ NEXWEŞXANEYÊ WEKE CÎHÊ PKK’Ê NÎŞAN BIDIN

Bi mijarê ve girêdayî Sabrî Ok erka ku dikeve ser milê PDK’ê bibîr xist û diyar kir; erka PDK’ê ne ewe ku nexweşxaneyê weke navenda PKK’ê nîşan bide.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
BI TALÎBAN RE HERKES DIXWAZE HEVDÎTINÊ BIKE, LÊ ÎRADEYA ŞENGALÊ NAS NAKIN

Sabrî Ok bibîr xist ku hin dewlet û Neteweyên Yekbûyî êrişên li dijî Şengalê weke “jenosîdê” bi nav kirin, lê îradeya xelkê Şengalê nasnakin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
JI HERKESÎ ZÊDETIR MAFÊ PKK’Ê HEYE KU JI BO CIVAKA ÊZIDÎ BIAXIVE

Têkildarî parastina civaka Êzidî jî Sabrî Ok got; ji herkesî zêdetir mafê PKK’ê ye ku ji bo civaka Êzidî bi axive.

Sabrî Ok, li hemberî êrişan xwest ku civaka Êzidî jî îradeya xwe xurt bike û sîxuran ji nava xwe derîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv