Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Berxwedêrên Zendûra: ‘Çi dibe bila bibe, serfirazî wê ya me be’

 

Berxwedêrên Zendûra ku li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaniyeke mezin didin, beriya ku şehîd bibin peyama, ”Çi dibe bila bibe serfirazî wê ya me be” dan.

Berxwedêrên Zendûra ku 50 rojî bênavber li Girê Zendûra yê Metîna têkoşiyan, li gel hemû êrîşên dijmin jî dev ji baweriya xwe ya serfiraziyê bernadin.

Piştî provakasyona PDK’ê ya 5’ê Hezîranê ya li ser Metîna gerîla taktîka şêwaza xwe guherand. Wê gavê gerîla biryar stand ku ji Zendûra vekişe. Komeke gerîla bi silamatî vekişiya, komeke gerîla ya ji 6 kesan pêk dihat li girê Zendûra 11’ê Hezîranê şehîd bûn. Gerîlayên ku şehîd bûn, dema berxwedanê li ser bêtêlê peyam dan.

Berxwedêrên Zendûra beriya ku şehîd bibin ev peyam dan:

”Em hemû gelê xwe û gelê xwe ji dil slav dikin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker li dijî tevgera me, bi giştî li Qadên Parastinê yên Medyayê, li ser xeta Zap, Metîna û Avaşînê operasyon daye destpêkirin. Em hevalên li Zendûra jî di nav vê berxwedanê de cih digirin. Bi giştî bi berxwedana hevalên li Zap, Avaşîn û Metînayê dewleta Tirk a dagirker ti encam nestandiye. Dijmin bi her cure êrîşê bi ser me de tê. Çi qasî êrîşê bîne jî nikare vîna me bişkîne. Çi dibe bila bibe serfirazî wê ya me be û baweriya me ev e. Dijmin çendî bi karîgerî bi ser me de bê jî em ê li ber xwe bidin. Her roj dijmin şerê psîkolojîk dike û banga teslîmbûnê dike. Ev 35 sal in milîtanên vê partiyê, milîtanên Rêbert3i teslîm nabin û ti caran teslîmbûnê qebûl nakin. Heval heta ku ji dest wan tê çalakiyan dikin. Çalakî didomin. Berxwedana me geştir dibe.

Li vir em dixwazin bang li gelê xwe bikin. Nexasim gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê qebûl neke. Ev operasyon ne tenê li ser PKK’ê û gerîlayên azadiyê ne. Ev operasyon li ser tevahiya gelê Kurd hatine destpêkirin. Gelê Başûr jî divê qebûl neke, ev xak a me ye .Li dijî vê dagirkeriyê divê mirov rabin ser piyan. Ev bi rengê çalakiyan dibe, bi rengê protestoyan lê divê mirov bêdeng nemîne. Ji bo ku gel çavtirsanî dikin, êrîşê tînnin ser  gundan, gel. Ziyanê didin bax û baxçeyên gel. Dewleta Tirk ji bo ku gundan vala bike û van xakan dagir bike vê polîtîkaya gemarî dike.

Gelê me yê Başûr divê li bara vê baldar be û vî şerî tenê weke şerê PKK’ê nebîne. Ev şer ne tenê şerê PKK’ê ye, ev şer şerê tevahiya gelê Kurd e. Heta dawiyê em gerîla em ê li ber xwe bidin. Ji bo ku em vê operasyona dagirker li ser van xakan bişkînin û tine bikin divê gelê me destekê bide me û li rex me bisekin.e Em çalakiya gelê me yê li Rojava û Ewropayê yên ji bo ku slavkirina berxwedan û têkoşîna gerîla, pîroz dikin. Em slavên xwe ji bo wan dişinînn. Her wiha em grêvên birçîbûnê ya hevalên li zindanan ku ji bo azadiya Rêbertiya me û şikandina tecrîdê didomînin slav dikin. Berxwedana me didome, serfirazî bi teqezî wê ya me be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv