Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sabrî Ok: ‘Amerîka û Ewrûpa ji sîstema li Îmraliyê berpirsyar in’

 

SABRÎ OK JI ANF’Ê RE AXIVÎ:
AMERÎKA Û EWRÛPA JI SÎSTEMA LI ÎMRALIYÊ BERPIRSIYAR IN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku sîstema Îmraliyê sîstemeke gelekî taybet e ku ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî ve hatiye avakirin û dewama komployê ye.”

Sabrî Ok got,

Yên ku komplo plan kirin û pêk anîn Amerîka û Ewrûpa bûn.

Yên ku şert û mercên niha Rêber Apo tê de ye û ji sîstema Îmraliyê berpirsyar in ev hêz in.

Di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û hiqûq her roj tê binpêkirin.

Sabrî Ok biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê jî nirxand û got ev bi temamî ne-girîng nîne.

Ya girîng ew e ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê bi xurtî xwedî li biryara xwe derkeve û zexteke cidî li dewleta Tirk bike.

Eger biryar di asta gotinê de bimîne wê di pratîkê de bersiveke xwe nebe.

Divê gelê me ji bo azadiya Rêber Apo di asta siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî de li her qadê li ser piyan be û têkoşînê bi biryardarî bidomîne.

SABRÎ OK JI ANF’Ê RE AXIVÎ:
FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê KETIYE PÊVAJOYA TÊKÇÛNÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser rewşa heyî ya faşîzma AKP-MHP’ê û got îro bi cîhanê re di nava pirsgirêkan de ye.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya dagirker û talanker ji Lîbyayê heta Sûriyê û Başûrê Kurdistanê xitimî ye.

Bi hêzên navneteweyî hemûyan re xwedî pirsgirêk e.

Di navbera Amerîka û Rûsyayê de diçe û tê, lê di vê polîtîkayê de jî gihîştiye ber dawiyê.

Li hundir jî timî kêm dike û her roj bi pirsgirêkên giran ên aborî, siyasî, civakî û psîkolojîk re rû bi rû dimîne.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku salên dûr û dirêj Tirkiye weke şîrketeke malbatê bi rê ve bir, ketiye pêvajoya ji hev ketin û têkçûnê.

Rejîma faşîst a heyî wê bi hilbijartineke pêşwext ji desthilatdariyê bikeve, yan jî bi rê û rêbazên cuda.

Ev yek jî bi têkoşîna hêzên çep, sosyalîst, demokratîk û antî faşîst ve girêdayî ye.

SABRÎ OK JI ANF’Ê RE AXIVÎ:
PDK BI HEMAN KIRYARÊN FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê TEVDIGERE

Sabrî Ok hevkariya PDK’ê ya bi rejîma AKP-MHP’ê re jî nirxand û got;

PDK bi heman kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigere.

Faşîzma AKP-MHP’ê li Şengal, Mexmûr û Rojava keç û xortên Kurd ên berxwedêr bi çekên kîmyewî bi zalimane qetil dike û cenazeyên şehîdan nade malbatên wan.

PDK jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne.

Cenazeyên 5 gerîlayên Kurdistanê yên ku li Xelîfanê şehîd xistin radestî malbatên wan nake.

5 gerîlayên Kurdistanê yên şehîd xistin di heman demê de ew gerîla bûn ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan.

Malbatên şehîdan bi mehan e li Sêmalka kon vedane û cenazeyên şehîdan ji PDK’ê dixwazin.

Gelo ev yek ji bo PDK’ê ne rûreşî ye?

SABRÎ OK JI ANF’Ê RE AXIVÎ:
HELWESTA XELKÊ ME YA LI BAŞÛR GIRÎNG E Û DIVÊ ZÊDETIR BE

Sabrî Ok destnîşan kir ku eger dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bi ser ketibûya wê bixwesta Hewlêrê dorpêç bike, xwe bigihîne Kerkûkê. Bi deh hezaran çeteyên faşîst belasebep xwedî nake.

Sabrî Ok anî ziman ku helwesta partî û xelkê me yê Başûr a li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MH’Pê ya li Başûr erênî ye, lê têrê nake.

Divê rewşenbîr, rêxistin, kesayet û gelê me yê hêja yê Başûr li dijî hêzên ku êrişî nirxên Kurdistanê dikin têkoşînê mezintir bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv