Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê: ‘Konseya Ewrûpayê bi derengî be jî biryarek da, divê were şopandin’

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
KONSEYA EWRÛPAYÊ BI DERENGÎ BE JÎ BIRYAREK DA, DIVÊ WERE ŞOPANDIN

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê di navbera 30’ê mijdarê û 2’yê kanûnê der barê binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê li hev civiya.

Di civînê de der barê serlêdana saziyên hiqûqê û mafên mirovan ku xwestin pergaşa tecrîdê ya li îmraliyê were bidawîkirin jî hin biryar girtin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê encamên civîna navborî û biryarên wê de daxuyanî da.

KCK ‘ê destnîşan kir k bi derengî jî be Komîteya Wezîran biryar da ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, li dijî pîvanên hiqûqa ceza ya Konseya Ewropayê ye.

Komîteyê ji Tirkiyê xwest ku di nava salekê de jê re ragihîne ku wê guhertineke çawa bike.

Ya rast, beriya niha jî hişyariyeke bi vî rengî dabûn Tirkiyê.

Niha jî salek dem dane Tirkiyê ku ev yek jî nîşan dide, dema ku dor tê Kurdan, Ewrûpa biryarên xwe di dema xwe de bi cih nayîne.

Careke din hate dîtin, ku Ewrûpa ya qala demokrasî û hiqûqê dike, di vê mijarê de lawaz e.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
BI SAYA BERXWEDANÊ KONSEYA EWRÛPAYÊ EV BIRYAR DA

KCK’ê da zanîn ku tevî van kêmaniyên xwe jî biryara Komîteya Wezîran ji bo paşerojê wê encamên erênî bi xwe re bîne.

Cezayê darvekirinê li Tirkiyê piştî biryara îdamê ya li dijî Rêber Apo hate rakirin.

Rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê jî wê di encama têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de pêk were.

Ji ber yên zext li Komîteya Wezîran kir ku biryareke bi vî rengî bide, têkşoîna gel û dostên Kurdan bû.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
BIRYAREKE TÊRKER NÎNE LÊ DIVÊ DÎSA JÎ KOMÎTE BICIHANÎNA WÊ BIŞOPÎNE

KCK’ê îşaret bi rola Ewrûpayê ya di pergala Îmraliyê de jî kir û ev nirxandin kir:

Yek ji berpirsyarên sereke yên îstema tecrîda giran a li Îmraliyê Konseya Ewropayê ye.

Konseya Ewropayê beriya 3 salan bi rêya CPT ji Tirkiyê ragihand ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li dijî qanûnên Ewropayê ye.

Li gel vê jî tecrîd hîn nû xistiye rojeva xwe û biryarek bi bandoreke netêrker wergirtiye.

Di mijara bidawîanîna tecrîdê de jî helwesteke şênber nehatiye nîşandan.

Ji ber vê yekê jî gelê Kurd û dostên Kurdan, bi biyarê tatmîn nebûn.

Her çend biryareke têker nebe jî divê Komîte biryara xwe bişopîne..

Ji bo rakirina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO DI HER QADÊ DE WERE MEZINKIRIN

KCK’ê da zanîn ku têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi xurtî were meaşandin wê bi xwe re encamên girîng bîne:

Gelê me û dostên gelê me li gel têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê têkoşîna hiqûqî jî dewam bikin.

Ji ber ku biryara Komîteya Wezîran, li gel têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, serketineke hevgirtî ye.

Lewma divê di sala 24’ana komployê de têkoşîna ji herdu aliyan ve were meşandin.

Têkoşîna azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo were xurtkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv