Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza Metîna: Şerê qeyûm ê li dijî têkoşîn û demokrasiyê 11.02.2021

 

ROZA METÎNA / NEWAYA JIN
ŞERÊ QEYÛM Ê LI DIJÎ TÊKOŞÎN Û DEMOKRASIYÊ

Yek ji pirsgirêkên mezin a dibe sedema bidawîkirina aramiyê bêguman tayinkirina qeyûman e. Ev jî wekî bobelatekê ji meclisê derbas bû. Ev sîstema berê li ser şaredariyên bajarên kurdan hat ferzkirin niha hêdî hêdî li her derê Bakur û Tirkiyeyê belav dibe

Serdestiya tê xwestin bê mayindekirin bi tayinkirina qeyûm a ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê nêta xwe ya li dijî felsefeya jiyaneke aram û wekhev dîsa eşkere kir. Di vir de dîsa ya girîng ku derdikeve pêş bêguman têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta yekperest e. Li dijî çanda stûtewandinê belavkirina çanda serîhildanê ya di heman eniyê de wê bibe kelema di çavên zihniyetên yekparêz de.

Li dijî kelepçeya li deriyê zanîngehê ket û bi ser de tê xwestin li mejiyê her mirovên serî natewînin bixin, niha hewildan û têkoşînek heye lê belê her têkoşîn û hewildana gel a li dijî îktidara heyî tê terorîzekirin. Ji ber ku tirsa îktidarê ya herî mezin tevger û rêxistina civakî ye.

Îktidara heyî bi medyaya xwe ya alîgir êriş û şerekî taybet, sîstematîk, topyekun dest pê dike. Bertekên rayedaran ên tund û tûj rê li pêşiya aloziyê û reşkirina têkoşîna rewa vedikin. Hêrs û neyartiya li dijî wekheviya zayend û civakê sortir dibe. Lê li dijî vê yekê ya rewa û mafdar têkoşîna li dijî zihniyeta dixwaze her derê bike girtîgeh e.

Yek ji sedema herî girîng a mînakên aloziyên rû didin berdewamiya polîtîkayên tecrîdê ne. Tecrîd bi gelek cureyên xwe di nava armancên pergala heyî de cihê xwe digire. Tayinkirina qeyûman, binpêkirina mafan û îşkenceya ji bo civakê rewa tê dîtin hemû di encama polîtikayên tecrîdê de rû didin. Polîtikayên tecrîdê dibe sedema tayinkirina qeyûman û gelek cureyên tevliheviyê. Kesên têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê didin dixwazin bi rêbazên tecrîdê yên cuda bên cezakirin û serî bitewînin.

Refleksên demildest û xurt li dijî otoritertiyê wekî zêrê zer e. Li dijî mekanîzmayên serîtewandinê piştevaniya hevpar axir deriyê çareseriyê û rizgariyê nîşan dide. Têkbirina feraseta tayinkirina qeyûman a li her derê xwe ferz dike û weke xencereke di dilê demokrasî û azadiyê de ye, bi tifaqa eniyeke hevpar pêkan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv