Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Tiştên ku Theodoros Pangalos dibêje 11.02.2021

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
TIŞTÊN KU THEODOROS PANGALOS DIBÊJE

Hin rayedarên Dewletê piştî ku teqawît dibin bîranînên xwe dinivîsin. Yek ji wan jî wezîrê berê yê karê derve li Yûnanîstanê Theodoros Pangalos e. Navê Pirtûka wî “Kardak/S-300/Ocalan” e û ji sê beşan pêk tê. 112 rûpelên wê hene û pirtûkeke qala krîzan dike.

Pangalos qala krîza hukûmeta Yûnanîstan û Ocalan dike û wiha dibêje; Piştî ku parlementerên Yûnanîstanê li ser sînorê Iraq û Tirkiyê serdana Ocalan kirin krîzê dest pê kir. Van agahiyan jî endamê hukûmeta Sîmîtîs Elîsavet Papazoî daye Pangalos. Lê Ocalan li ser sînorê Iraq û Tirkiyê nemaye. Yanî an Pangalos an jî Elîsavet Papazoî rast nabêjin.

Her wiha Ocalan di wan hevdîtinan de gotiye divê li dijî Tirkiyê eniyek din a şer were vekirin. Bi vî rengî pêşniyaran li parlementerên Yûnan dike. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993’an ve ji bo çareseriyê li muzakereyan digere. Tevî vê yekê jî gotinên Pangalos ji bo çi ne gelo ?

Pangalos dibêje ji ber ku Ocalan wê bibûya sebeba şerekî Tirk û Yûnanan wî nexwestiye were welatê wan. Wekî din di şerê Asya biçûk de jî Kurdan dijminatî li wan kiriye. Ew şerê ku Pangalos behsa wê dike sala 1922’an navbera Tirkiye û Yûnanîstanê qewimiye. Wê demê ne hêza Kurdan hebû ne jî statuyek wan. Lê çawa dibe ku kesekî li Yûnanîstanê bûye wezîrê karê derve hewce bi derewên vî rengî dibîne.

Pangalos di dewama pirtûkê de jî qala alîkariya bi Kurdan re dike. Pangalos dibêje hevalê Ocalan ê çepgir Antonîs Naksakîs di leşkeriyê de fermandarê wî bû. Dema ku Pangalos wezîrê karê derve bû, Naksakîs jî amîralê teqawîtbûyî bû. Îstîxbarata Yûnan jî beyî ku Ocalan kontrol bike li balafirgehê derbasî Yûnanîstanê dike. Pangalos jî dibêje eger Ocalan neyê radestkirin wê wekî Sûrî bi gefa dagirkirinê re rû bi rû bimîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya dawî de qala çûyîna xwe ya Yûnanîstan û helwesta Pangalos dike.

Serokwezîrê Yûnanîstanê ji bo ku Ocalan ji welatê wan were derxistin komeke krîzê ava dike û koordînatorê wê jî Pangalos e. Bi vî rengî komploya li dijî Ocalan bi lez dibe.

Pangalos di pirtûka xwe de rastiyan nabêje. Qala komploya navnetewî nake. Her wiha kesên di komployê de cih girtine Amerîka, Ewrûpa û Yûnanîstanê ji nedîtî ve tê. Bi taybetî jî rola xwe vedişêre. Ocalan ji bo Yûnanîstanê gotibû di komployê de bûye taşeron. Pangalos jî pirtûka taşerontiyê nivîsandiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv