Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roza Metîna: 8’ê Adarê çavdêriya çanda serhildanê ye 08.03.2021

 

ROZA METÎNA / NEWAYA JIN
8’Ê ADARÊ ÇAVDÊRIYA ÇANDA SERHILDANÊ YE

Di 8’ê Adarê de her qad bi reng û dirûşmeyên jinên dixwazin jiyaneke azad bijîn, dixemilin. Li van qadên ku tên xwestin ji hestiyariya jinê bên qutkirin têkoşîneke mezin a li gor wateya 8’ê Adarê pêş dikeve, Lê çiqasî têkoşîn zêde dibe êrişên li dijî destkeftiyên jinan jî zêde dibin. Zihniyeta parastina berjewendiyên takekesî ku dibe sedema qeyrana civakî, bi hemû alavên zextê êriş dike. Gefxwarina li jin û civaka rêxistinkirî xwe dîsa nîşan dide.

Jinên her dem ji bo derfetên çareseriyên demokratîk û wekhev li qadan dengê xwe bilind dikin 8’ê Adarê ji bo wan çavdêriya çanda serîhildanê ye. Jinên pêşengiya serîhildana civakî kirine li hember travmayên civakî analîza li ser bingeheke zexm esas digirin û têkoşîna di 8’ê Adarê de ji xwe re wekî stargehekê dibînin. Rehê vê serîhildanê danehev û tecrubeyên hatine bidestxistin e.

Jixwebawerî çanda serîhildanê pêş dixe. Loma îsal dîsa jin wê bi vê baweriyê dakevin qadan û têkoşîna îradeya jixwebawer bidin. Li ser bingeha rêxistinbûyina civakê parastina qada hebûna xwe bikin û bi wêrekî nêzî pirsgirêkên li dijî jinê wekî mertal tê bikaranînin bibin. Ji hinek pêşniyarên hatine jiberkirin dûr dînamîkên hebûn û xweparastinê zindî bikin.

Dema li welatekî jin di warê siyasî, parastina mafên mirovahiyê, aborî, perwerde, çand û hunerê de pêşketî be li wî welatî demokrasî, zanist, azadî, empatî, hiqûq, parastina mafên mirovan û ji warê mirovatiyê ve jî pêşketiye. Girîngiya rol û mîsyona jinê ya di jiyana civakî de çarenûsa welatekî diyar dike.

Jinên xwe ji nava çar dîwaran rizgar kirine û beşdarî qadên jiyana civakî dibin di heman demê de jî dibin sedema ronîkirina rêya nifşên siberojê. Dema li welatekî mafê jinê neyê parastin û jin di nava çar dîwaran de bi zextê bê asêkirin wê demê li wî welatî demokrasî, hiqûq, aramî, aştî, teknolojî jî pêş nakeve û rêya nifşên siberojê jî her dê tarî bê hiştin. Hêvî û daxwaza jinan ew e ku 8’ê Adarê bibe wesîleya hilweşandina zihniyeta dijminê jinê û jin di her qadê de bi awayekî azad bikaribe pêş bikeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv