LI PÊŞIYA XWE Û RIYA XWE BINÊRIN
FÎGEN YUKSEKDAG / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Desthilatdariya siyasî hebûn û tinebûna xwe bi HDP’ê ve girêdaye. Ev çend meh in têkçûneke wan heye û çareya wê jî êrişa li dijî Kurdan, HDP û hêzên demokrasiyê dibîne. Dibêje qey wilo wê bi serkeve. Wek tacirên ku heman hesabî dikin û dibêjin qey wê encamek cûda derkeve.
Beriya niha jî gelek caran partî girtin, destnedana parlementeran rakirin, şaredarî dagir kirin û siyasetmedar avêtin girtîgehan. Encam li meydanê ye. Vî welatî 5 salan hê bêtir wenda kir û wan jî wenda kir. Her ku li me didin têkçûna wan nêzîk dibe. Beriya niha rêjeya dengê wan ji sedî 40 bû û niha daketiye ji sedî 30. Bawer bikin wê hê jî paşde biçin. Sûcê me jî ewe ku me îspat kiriye ev desthilatdarî ne heta dawî ye.
Ew fezlekeyên ku şandine meclisê ango careke din xesipkirina îradeya gel wê bi sernekeve. Erê raste gefa girtina HDP’ê girînge û îmtîhanek e. Lê ev ne îmtîhana me ye. Li 5 salên dawî binêrin. Di bin zilm û zordariyê de gelek tişt hatin kirin. Hevşaredar hatin girtin, şaredarî hatin dagirkirin, kolan veguherandin cehennemê, lê dîsa jî serkeftin hebû. Dibînin ku çi jî dikin nikarin HDP’ê paşde bixin. Lewma ji hêrsan berê xwe didin gel. Eger ji gel fêm kiribana wê zanîbana ku nifir li wan kesan vedigere. Lê ew tenê nifiran dizanin.
Ji her alî ve tê dîtin ku divê muxalefet li dijî zordaran her tim li pêşiya xwe binêre. Li pêşiya me 8’ê Adarê û Newroz heye. Ji bo rojek nû li zindanan li dijî tecrîd û zilmê govenda azadiyê digere. Gelê Kurd, jin û hêzên ked, aştî û demokrasiyê li pey rastî û jiyanê ne.
Li aliyekî gefa girtina HDP’ê û lîstikên desthilatdariyê ji bo mayîndekirina pergala faşîst heye, lê yê ku pêvajoyê diyar bike îradeya gelan a azadiyê ye. Emê careke din bi serkevin. Yên li ber xwe didin dikarin serî û dawiya vê çîrokê binivîsin.