10’ê Sibatê saet 3’yê şeveqê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê dest bi êrişeke berfireh kir.
Heta 6’ê şeveqê gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê û qadên wan, qadên Deşta Kafya û Deşa Nehlê bi balafirên şer û bê mirov dehê caran hatin bombekirin.
Rojnamevan Kurtay Serhed agahiyên girîng ji herêmê dan. Kurtay diyarkir ku piştî serdana weîzrê parastinê yê Tirk Hilûsî Akar ji Îraqê re, pêvajoya operasyonê destpêkir.
Derberê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser Gareyê de, ev agahî da: Eskerên Dewleta Tirk tevî çekdarên PDK ji hêla Başûr ve li ser Garayê dest bi êrîşan kir. Gelek caran helîkopterên Tirk eskeran danîne herêmê. Kurtay Feraşîn vê agahî da, ku niha li Gundê Siyanê şereke giran di navbera Gerîla û artêşa Tirk a dagirker de heye û hê jî didome.