Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li dijî herêma Gareyê dest bi tevgera dagirkeriyê kir

 

HPG: 3 SAETAN GUND Û QADÊN GARÊ DEHÊ CARAN HATIN BOMBEKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a vê şeveqê li dijî Garê destpêkirî agahî parvekirin.

HPG’ê agahiyeke girîng têkildarî êrişan parve kir û da zanîn, ku helîkopterên artêşa Tirk a dagirker ji milê Başûrê Kurdistanê ve hatine û dest bi êrişê kirine.

Her wiha hat ragihandin, ku li gundiyê Siyanê yê Garê hêzên gerîla li dijî dagirkeran şer dikin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê têkildarê êrişa dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk li dijî Garê dayî destpêkirin ev agahî dan:

10’ê Sibatê saet 3’yê şeveqê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê dest bi êrişeke berfireh kir.

Heta 6’ê şeveqê gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê û qadên wan, qadên Deşta Kafya û Deşa Nehlê bi balafirên şer û bê mirov dehê caran hatin bombekirin.

HPG: LI GUNDÊ SIYANÊ HÊZÊN ME ŞERÊ DAGIRKERAN DIKIN

Bi awayekî hemwext dora gundên Yekmalê û Siyanê bi helîkopterên kobra hatin bombekirin.

Bi bomberdimana helîkopterên kobra û balafiran re dagirkeran bi helîkopteran xwe danîn gundê Siyanê.

Li vê derê di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şer qewimî û didome.

HPG: DAGIRKER Û HELÎKOPTERÊN ARTÊŞA TIRK JI MILÊ BAŞÛR VE HATIN Û DEST BI ÊRIŞÊ KIRIN

Helîkopterên kobra û skorsky bûn hedefa hêzên me û paşê ji herêmê dûr ketin.

Dagirker, helîkopterên wan ên kobra û skorsky ne ji Bakurê Kurdistanê, ji xeta Başûrê Kurdistanê dest bi êrişa li dijî Garê kirin.

BI AWAYEKÎ HEMWEXT LI GELIYÊ TIYARÊ YÊ COLEMÊRGÊ ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ

Li aliyê din hat ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hemwext li dijî Geliyê Tiyarê yê navbera Colemêrg-Çelê jî dest bi êrişeke berfireh kiriye.

Ji vê herêmê agahî nehat ka piştî destpêkirina tevgera dagirkeriyê şer qewimî ye an na.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv