Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Rojnameya Yenî Yaşamê belgeyên Tacîzkariya şaredarê berê yê Ruha yê AKP’yî Mehmed Ekincî derxist Holê

 

AKP û hişmendiya wê rê li ber taciz û tecawizê vedike.

Navê şaredarê AKP’ê yê berê yê Rihayê Mehmet Ekîncî bi bûyera Tacîzê derket.

Mehmet Ekîncî xwest bi ewrakên sexte ser vê meselê bigire.

Rojnameya Yenî yaşamê kaxezên Mehmet Ekîncî gef li jinê dixwe derxist Holê.

Şaredarê AKPyî ê Riha ê berê Mehmet Ekîncî tacîzî jineke Îspanyolî Noura kiribû..

Bûyera tacîze li ser medya dijîtal bi teşîrkirina Noura re ronî bû.

Tacîzkar Mehmet Ekîncî jî hewl da bi ewraken sexte bûyere ji holê rabike.

Lê Rojnameya Yenî Yaşamê detayen ku Mehmet Ekîncî tacîz û tehdît li Noura kiriye weşand.

Peyama tehdîte a tacîzkar Mehmet Ekîncî wiha ye:

“Heya dawiye ez ê li pêy te û hêzkiriyen tê bim.

Jiyana tê û herkese derdora tê di xetereye de ye.

Tu û hêzkirinen te edî mirin.”

Noura bi parezera xwe Eren Keskîn re derbare tacîzkar de gilî kir.

Di dîlekçeya ku peşniyarî Dozgerîye hatiye kirin de hat destnîşankirin ku;

Mehmet Ekîncî heza xwe ya tacîz û tehdîtan ji partiya AKP’ê digre.

Parezer Eren Keskîn diyarkir ku mûwekila wê ji bo van peyamen tehdîte trawmayek gelek giran dijî.

“TACÎZ NAYÊ ÎSPATKIRIN, DIVE GOTINA JINAN ESAS BÊ GIRTIN”

Di meha Adarê de li Wanê di otobusekê de jina bi nave B.P.Ç rastî tacîza Mehmet E. hatibû.

B.P.Ç çû bû emniyete û derbarê tacîzkar Mehmet E de gilî kiribû û doz li tacîzkar hate vekirin.

1.runîştina doze 10’ê Kanûnê pêk hat û ji bo tacîzkar biryara negirtinê hat dayîn û doz hat taloqkirin.

Jina rastî tacîze hat ji ajansa Jinnewse re bûyera hatî sere wê û pevajoya dadgehe vegot.

Tacîzkar Mehmet E. jinekê din jî taciz kiriye lê min tene gilîye wî kir.

Di van rewşan de dive jin hevceyî îspatkirina tacîze ne be, dive gotina jinan esas bê girtin.

B.P.Ç diyarkir ku, di dema runiştina doze de faîl je re gotiye gilîye xwe paşve vekişîne ti çi bixwaze em e bidin;

Min jî je re got ez e gilîye xwe paşve nekişînim û ez dixwazim tacîzkar bê girtin.

Parezerê hewl dide dosyaya min tevî qeyden kamere yên otobûse bibe dadhehê.

Ji ber van tacîzkaran em jin nikarin bi rehetî derkevin derve.

Ez ê tû carî dev ji doza xwe bernedim.

B.P.Ç di dawiye de banga piştgiriye li hemû jinan kir.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv