Li Helebê pêşengehekê nivîs û weneyên Rêber Abdullah Ocalan cîh digrin hate vekirin.
Pêşengeha ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate vekirin gelek kes beşdar bûn.
Bi dirûşma “Bese ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re dem dema azadiyê ye”
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê pêşengeha nivîsan hate vekirin.
Nivîs û weneyên Rêber Abdullah Ocalan di pêşengehê de hat nîşandan.
Pêşengeha ku li taxa Şêx Meqsûdê hate vekirin bi dehan sazî, dezgeh û nûnerên partiyên siyasî tevlî bûn.
Di pêşengehe de sinevîzyonek ji axaftina Rêber Abdullah Ocalan li ser yekîtiya kurd hat guhdarkirin.
Piştî sinevîzyone nivîsên rêkesên ku di pêşengehê de amade bûn nivîsên ku hatine pêşkêş kirin xwendin.