ROJNAMEYA ALMAN DER FREITAG
RÛPELEKE XWE BI TEMAMÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO VEQETAND
Sendîkaya Karkeran a Birîtanyayê ku xwedî mîlyonan endam e, ji bo azadiya Rêber Apo kampanya bi navê “Dem Hatiye ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê Aştî” destpêkiribû.
Bi sedan kesayet, akademîsyen, nivîskar û xwediyên xelata Nobelê jî tevlîbûna xwe ya kampanyayê eşkere kirin.
Li Almanya rojnameya heftane Der Feritag jî ji bo balê bikşîne ser daxwaza azadiya Rêber Apo, rûpeleke xwe bi temamî ji bo kampanyaya sendîkaya karkeran veqetand.
Di îlana rojnameyê de, posterên Rêber Apo ên di destê endamên sendîkaya Birîtanî de û nivîsa “Ji Ocalan re azadî” cih girtin.