Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşa yekemîn a emeliyeta dil hat vekirin 24.12.2020

Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşa yekemîn a emeliyeta dil bi dabînkirina tevahî alavên guncav û kardroyên pispor vekir. Ev beş dê di sala bê de têkeve xizmetê.

Ji dema vekirina Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo de, hewl tê dayîn ku bi hemû derfeta xwe bi pêş bikeve, da ku alîkariya tevahî şêniyên herêmê bike.

Rêveberiya nexweşxaneyê ji ber pêdiviya bi vê beşê dest bi vekirina beşeke nû ya emeliyata dil kir. Ji ber alavên emeliyata dil li herêmê tune bûn, şênî neçar diman ku berê xwe bidin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê û Şamê. Lê ji ber sedema rewşên ewlehî û aborî yên li herêmê, hin kesan jiyana xwe ji dest didan.

Girêdayî vekirina beşa nû ya emeliyata dil, gerînendeyê tenduristî ya Nexweşxaneya Dil û Çavan Dr. Înan Xelîl wiha got: “Emeliyeta qestera dil têrê nedikir, ji ber hin nexweşan azarên bêhntengbûnê, girtina damarên dil dikişandin û pêdiviya wan bi emeliyeta dil hebû. Ji lewre pêdiviya nexweşxaneyê bi alavên emeliyeta dil hebû.”

Xelîl da zanîn ku ji ber pêdiviya şêniyan bi van emeliyetan hebûn, dest bi avakirina beşa dil hat kirin û wiha domand: “Ji demeke dirêj ve ye ku em xebata dabînkirina beşeke taybet a dil, kadroyên tenduristî yên pispor û tîma xebatê ya perwerdekirina li ser vê pisporiyê dikin. Ji ber alavên emeliyeta dil ji alav û emeliyetên dîtir mîna(alava dil a çêkirî, alava dil a pişika çêkirî û alava napoxê) cudatir e.”

Xelîl piştrast kir ku tevahî alavên guncav ji bo emeliyetên dil li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dabînkirin û dê bi fermî dest bi emeliyetên dil di çaryeka yekemîn a 2021’an de bikin û wiha berdewam kir: “Ev navend ya yekemîn a emeliyeta dil li herêmê ye û êdî em ber bi dawîkirina wê ve diçin.”

Xelîl wiha destnîşan kir: “Emeliyeta dil emeliyeteke hesas e  û pêdiviya wê bi kadroyên tenduristî yên pispor heye. Me hejmarek ji kadroyên tenduristiyê şandin navendên mezin ên li Başûrê Kurdistanê mîna navneda Center a emeliyeta dil a li Hewlêr û Silêmaniyê da ku werin perwerdekirin. Perwerdê nêzî meh û nîvekê berdewam kir. lê belê ji ber rewşa li Serêkaniyê û Girê Spî û pêdiviya herêmê bi kadroyên tenduristiyê hebû, em neçar man ku vegerînin. Lê kadroyên tenduristiyê perwerdeya xwe li Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo berdewam kirin.”

 ‘ARMANCA ME ALÎKARIYA NEXWEŞÊN HERÊMÊ YE Û NE QEZENC E’

Xelîl bi lêv kir ku kadroyên vê emeliyetê, ji çar salan ve bi pratîkî vê emeliyetê dikin, her wiha bijîşkên xurt û pispor in. Tevahî kadroyên tenduristiyê ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û piştrast kir ku odeya emeliyetê bi alavên herî nûjen amadekirî ye.

Der barê lêçûna emeliyeta dil de, Xelîl wiha bi dawî kir: “Niha me bihayek ji emeliyetê re diyar nekiriye. Lê belê nexweşxane, nexweşxaneyeke xizmetê ye û li ser bingehê xizmetkrina tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin. Armanca me jî alîkariya nexweşên herêmê ye û ne qezenkirin e. Lê belê dê lêçûn tenê sembolîk bin, da ku em alîkariya tevahî şêniyan bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv