Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Veysî Sarisozen: Jiyana Ocalan di talûkeyê de ye 19.03.2021

 

ÎDIAYÊN LI SER JIYANA RÊBER APO Û GEFÊN LISER HDP’Ê
VEYSÎ SARISOZEN: JIYANA OCALAN DI TALÛKEYÊ DE YE

Îdiyayên der barê jiyana Rêber Apo de, dilê gelê kurd aniye ber devê wî.

Gel hêrsa xwe ya li dijî dewleta tirk û hêzên komploger bi çalakiyên xwe nîşan dide.

Li aliyê din gefên girtina HDP’ê û xistina wekîltiya Omer Faruk Gergerlîoglu jî di rojevê de ne.

Der barê van herdu bûyeran de veysî Sarisozen di nivîsa xwe ya îro de têkilî daniye.

Tespît û pêşdîtinên wî jî ne derî aqil in.

Nivîs di Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatiye weşandin.

Sarisozen dibêje; Eger ew sûîqasta ku em naxwazin bifikirin pêk nehatibe jî jiyana wî di talûkê de ye.

û wiha dewam dike:

Rejîma Tirk qirkirina dawî ya li dijî Kurdan û şerê dawî yê meydanî dema ku sûîqastê li dijî Ocalan pêk bîne wê bide destpêkirin.

Li aliyekî doza girtina HDP’ê heye, li aliyê din destûr nayê dayîn kes Ocalan bibîne.

Yanî rejîm xwe ji qonaxeke din re amade dike.

Ev rejîm di rewşeke wisa de li pey provokasyona li Îmraliyê ye.

Êrişên li ser HDP’ê û agahiyên qirêj li ser Ocalan vê yekê nîşan dide.

Di encamê de jiyana Ocalan di talûkê de ye.

Ji bo vê jî Newroza îsal firsendeke dîrokî ye.

Di Newroza gel dikare vê rejîmê bisekinîne.

Di vê rewşê de helwesta gel a li qadan ji sindoqan milyon carî çêtir e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv