Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişên qirkirina siyasî: Hevserokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan hat binçavkirin 19.03.2021

 

ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ ÎHD’Ê OZTURK TURKDOGAN HAT BINÇAVKIRIN

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zextên faşîzma AKP-MHP’ê li ser saziyên demokratîk didomin.

Ev demeke Komeleya Mafên Mirovan bûbû hedefa rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê û Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu.

Piştî gef xwarinên Soylu ,vê sibê polisên Tirk êrîş birin ser mala Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û ew kirin binçavan.

Her wiha 10 kesên din ku hevserok û rêvebirên HDP’yî jî di nav de bûn, vê sibê hatin binçavkirin.

Navên kesên ku li Enqerê hatin binçavkirin wiha ne:

Berdevka Meclîsa Jinan a HDPa Enqerê Zeyno Bayramoglû,

Hevseroka Rêxistina HDP’a Eskîşehîrê Şukriye Ercan

Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Mamakê Mûstafa Ûgûr Akkaya

Û Endamê Meclîsa HDP’ê Alî Ozkan, endamên HDP’ê Huseyin Gevher û Betul Koca .

Li aliyê din piştî binçavkirinan, Dadgeha Ceza Enqerê derbarê kesên bincavkirî de qedexeya hevdîtina bi parêzeran re danî.

ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
GELEK BAJARAN ENDAM Û RÊVEBERÊN HDP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Êrişên faşîzma AKP-MHP’ê bi Enqerê ne bi sînorbûn.

Êrişên qirkirina siyasî li Stenbol û Edene jî pêk hatin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Edenê derheqê 15 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Polîsên rêjîma faşîst vê sibê bi ser gelek malan de girtin.

Nehat zelalkirin, ka çend kes hatine bincavkirin.

Çavkaniyan ragihandin ku deriyên malan hatine şikandin û gef li maliyan hatiye xwarin.

Li Stenbolê jî bi hinceta lêpirsînekê polîsên rêjîma faşîst avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinên malan de Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Eşref Yaşar jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin, ku der barê 15 kesan de biryara binçavkirinê heye.

Her wiha kesên ku hatin binçavkirin birine muduriyeta polîsan a Stenbolê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv