Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Kenan Kirkaya: Ma Barzanî kengî bûne PKK’yî?

 

KENAN KIRKAYA-YENÎ YAŞAM
MA BARZANÎ KENGÎ BÛNE PKK’YÎ?

Rojnamevan Kenan Kirkaya ji bo yenî Yaşamê tevgera dagirkeriyê û pozîsyona PDK’ê nivisî.

Kirkaya diyar kir kir ku rêveberiya PDK’ê li gorî daxwazên AKP’ê hewl dide siyaseteke fermî pêş bixe. û di nivîsa xwe de cih da van tespîtan:

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beriya çend rojan ji televizyona El Jazeera re axivî.

Barzanî careke din heman ziman bikar anî û got;

‘Pirsgirêka Tirkiyê tenê li gel PKK’ê heye, Wekî din ti pirsgirêkên wê li gel Kurdan tine ye.’

Eger li şûna Mesrûr, Mevlût Çavuşolgu an rayedarekî din ê AKP ev roportaj bida, wê heman tişt bigota.

Helbet, sedema van gotinan, ne cehaleta Mesrûr a dîrokî yan jî nezaniya wî ye.

Em hesab bikin ku Barzanî, ji tevgerên lînçkirina Kurdan bê xeber e.

Nizane Roboskî li ku ye, Dayîka Taybet a cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hate hiştin kî ye, heta belkî êrişa nijadperestan a Trabzonê li dijî Kurdên ku ala Başûr di destê wan de bû jî weke bûyereke ji rêzê bibîne.

Başe ev Barzanî yê ku hewl dide siyaseta AKP’ê ya bi navê “ti pirsgirêka me bi Kurdan re tine ye” bi civakê bide qebûlkirin, çawa helwesta AKP ya binpêkirina îradeya Başûrê Kurdistanê nabîne?

Ma ne hê beriya 4 salan dema “referandûma serxwebûnê” pêk hat, AKPê çawa gef li wan xwar?

Gelo Mesrûr dîsa sedema van gefan PKK’ê dibîne? Dema Erdogan artêşa xwe li ser sînor bi cih kir û gef li gelê Başûr xwar ku ew ê wan birçî bihêle, dîsa PKK sedem bû.

Gelo ev yek li gorî Barzanî, dikare weke dostaniya AKP’ê ya li gel Kurdan were binavkirin?

Ya rastî ew e ji bo xwe li ber dilê AKP şêrîn nîşan bidin, her rastiyan berovajî dikin. Dema vê yekê dikin jî dîroka xwe jibîr dikin.

Eger vê siyaset ne ji ber cehaleta xwe birêve dibin, wê demê wateya vê helwesta Mesrûr Barzanî ev e;

Eger hûn hemû daxwazên dewletên serdest bicih bînin û li gorî fermanên wan tevbigerin, wê demê wê ti pirsgirêka van dewletan li gel we tine be. Bi vê yekê Mesrûr bê-rûmetiyê li ser Kurdan ferz dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv