Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ronahî Serhad: Bicihanîna armancên şehîdan ji bo me wezîfeyeke pîroz e

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RONAHÎ SERHAD:
BICIHANÎNA ARMANCÊN ŞEHÎDAN JI BO ME WEZÎFEYEKE PÎROZ E

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad şehîdên meha Gulanê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxandin.

Ronahî Serhad şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî bi bîr anîn û got:

Rêber Apo PKK weke partiyeke şehîdan ava kir.

Rastiya şehîdan wate û armanca têkoşînê bi rengekî zelal destnîşan dike.

Weke avakarên dîrokê, wezîfeyan şênber dikin û xeta serketinê îspat dikin.

Wan canê xwe feda kirin, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û rêya azadiyê ronî kirin.

Ronahî Serhad destnîşan kir ku biserxistina armancên mezin ên şehîdan, ew weke fermaneke pîroz dibînin:

Îsal di şert û mercên şerê cîhanê yê 3’yan de wezîfeyên me yên girîng hene.

Îsal wê bibe ew sal ku em ê li ser xeta şehîdan şer bikin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RONAHÎ SERHAD:
TIRKIYE BI DESTÊ NATO’YÊ JI BO DESTWERDANA LI ÎRANÊ TÊ AMADEKIRIN

Têkildarî têkoşîna sala 2021’ê jî Ronahî Serhad wiha axivî:

Nêzbûna hêzan a ji bo Îmraliyê di esasê xwe de polîtîka û siyaset wan jî kifş dike.

Kiryarên niha li Îmraliyê kûrtir û girantir dibin ne tenê dijminatiyeke ji rêzê ya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan e.

Pêwendiya xwe bi polîtîka û biryarên DYA û hêzên hegemonîk heye.

Ronahî Serhad got bi Şerê Cîhanê yê 3’Yemîn re pirsgirêka Kurdistanê û Rojhilata Navîn bêhtir bandorê li hev dikin û wiha dewam kir:

Li aliyekî Amerîka qirkirina Ermeniyan nas dike.

Li aliyê din biryara îmhakirina hevalên me û destûra êrişa 23’yê nîsanê dan dewleta Tirk.

Ev nîşan didin ku di îmhakirinê de israr dikin.

PDK bi rengekî eşkere tevlî operasyonên dagirkeriyê yên li ser Başûr dibe.

Ronahî Serhad destnîşan kir ku ev êriş di çarçova planeke berfireh de tên kirin û ev nirxandin kir:

Di vê êrişî de destpêkê dixwazin gerîla tine bikin.

Başûrê Kurdistanê û rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bikin.

Ev di heman demê de amadekariyeke ji bo destwerdana li Îranê ye jî.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad di dawiya nirxandinên xwe de 1’ê Gulanê di serî de li jinan û kedkaran, li mirovahiya pêşve rû pîroz ki.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv