Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojbûna Rêber Apo: Berê gele kurd dîsa li Amara ye 02.04.2021

 

ROJBÛNA RÊBER APO
BERÊ GELÊ KURD DÎSA LI AMARA YE

Gelê Kurd li her deverê weke rojbûna xwe pêşwazî dike.

Bi taybetî piştî 2004’an pîrozbahiyên girseyî li Kurdistanê û derveyî wê dest pê kirin.

Meşa 2004’an bi pêşengiya TUHAD-FED’ê ber bi Amarayê ve bû hedefa êrişa dagirkeran.

2005’an gelê Kurd vê carê xwe gihand gundê Amara û rojbûna Rêberê xwe pîroz kir.

2006’an bi dehhezaran kesên berê xwe dabûn Amara li Bêrecûkê hatin astengkirin.

2007’an gel tevî êrişan bi şiara “tenduristiya te tenduristiya me ye” dîsa xwe gihand Amara.

2008’an rojbûn li bajarokê Elîgorê veguherî festîvaleke mezin.

2009’an bi şiara “azadiya te azadiya me ye” meşeke mezin ber bi Amara ve dest pê kir.

Di êrişa dagirkeran de Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag şehîd bûn.

2010’an bi şiara “ji Ocalan re azadî” bi dehhezaran kes li bajarokê Elîgorê kom bûn.

2011’an navnîşana pîrozbahiya bi heybet bû navçeya Xelfetî û festîvalek hat lidarxistin.

2012’an tevî ragihandina rewşa awarte gel xwe gihand gundê Amara.

2013’an pîrozbahiya herî mezin li Xelfetî û gundê Amara hat lidarxistin.

2014’an ji çar aliyên Kurdistanê gel berê xwe da gundê Amara û guh da peyama Rêber Apo.

“Ez îro bi we re li ser sifreya rojê me, ku li gundê Amara hatiye danîn”

“Ez van xakên ku şahidî ji bûyîna tevahiya şaristaniyan re kirine, emanetî bîrdoziya azadiyê ya gelê xwe hemûyî dikim.”

“Bi baweriya ku em ê bi hev re li welatekî azad xwe bigihînin hev, we hemûyan hembêz dikim.”

2015’an 4’ê Nîsanê li Xelfetiyê bi festîvalekê hat pîrozkirin.

2016’an tevî astengî û êrişan gel dîsa xwe gihand Amara û rojbûna Rêberê xwe pîroz kir.

2017’an hilbijartiyên gel tevî astengiyan xwe gihandin gund.

2018’an dagirkeriya Tirk dor li tevahiya Xelfetî û gundên wê girt.

2019’an bi berxwedana greva birçîbûnê re li Amara Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.

2020’an dagirkeriya Tirk vîrusa korona kir hincet û destûra pîrozbahiyê neda.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv