Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şengalî Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê weke fermaneke nû bi nav dikin 02.04.2021

 

PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ YA LI DIJÎ ŞENGALÊ
ŞENGALÎ WEKE FERMANEKE NÛ BI NAV DIKIN

Sala 2020’an dagirkeriya Tirk weke salên borî gelek caran êrişî Şengalê kir.

Bi êrişan zext li rêveberiya hukûmeta Bexda kir, ku ew jî zextê li Rêveberiya Xweser a Şengalê bike.

Yên di navbera Bexda û Enqerê de pêşî diçûn û dihatin, rayedarên PDK’ê bûn û ew jî xwedî heman daxwazê bûn.

Ew hêzên 3’yê Tebaxa 2014’an Êzîdî bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin, dîsa dixwazin li Şengalê bibin xwedî gotin.

Daxwaza sereke ya van hêzan wiha bû:

Divê YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û Rêveberiya Xweser werin tasfiyekirin.

Paşê dagirkeriya Tirk bi wezîrê xwe yê şerê taybet Hulûsî Akar û şefê xwe yê îstîxbaratê Hakan Fîdan ket dewrê.

Li Bexda piştî hin hevdîtinan ku Amerîkayê jî tê de cih girt, peymanek di salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de hat mohrkirin.

An go ev roj, 9’ê Cotmeha 2020’an bû.

Li gorî peymana ku Neteweyên Yekbûyî jî ji bo xapandina raya giştî jê re çavdêrî kir, wê Êzîdiyên li Şengalê ne xwedî ti gotinê bin.

Peyman bêyî vîna Êzîdiyan wê qeymeqamekî diyar bike.

Sazî û dezgehên din ên hukûmetê wê ji aliyê Bexda û PDK’ê ve bêyî Êzîdiyan werin sererastkirin.

YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê wê bên tasfiyekirin û hêzeke ne Êzîdî were sazkirin.

Wê bi ti rengî destûra rêxistinbûyînê ji Êzîdiyên ji bo xweseriyê têdikoşin re neyê dayîn.

Ji ber vê yekê Êzîdiyan ev peyman weke fermaneke nû bi nav kirin.

Piştî eşkerekirina vê peymana ku bi ti awayî îradeya Êzîdiyan û pêkhateyên din esas nagire, Şengaliyan dest bi berxwedanê kir.

Hukûmeta Iraqê bi zexta Amerîka, dagirkeriya Tirk û PDK’ê timî dem da rêveberiya xweser û gefa êrişê lê xwar.

Ji bo bi awayekî aştiyane û demokratîk çareseriyekê peyda bikin, rayedarên rêveberiya xweser demeke dirêj li Bexda hevdîtin kirin.

Li nava Şengalê jî hewldanên êrişê bi berxwedana gel hatin pûçkirin.

Rayedarên hukûmeta Iraqê li ser masê hin sozên bicihanîna daxwazên Êzîdiyan dan rayedarên rêveberiya xweser û ti carî bi cih neanîn.

Herî dawî 1’ê Nîsanê weke roja dawî bû, ku hukûmeta Bexda dem dabû Êzîdiyên xweser û gefa êrişê li wan xwaribû.

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê daxwazên hukûmeta Iraqê hemû red kiribûn û biryara berxwedanê dabû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv