PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MALBATÊN GIRTIYAN: EM Ê JÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYA GIRTIYAN BIBIN
Malbatên girtiyên azadiyê her roj bang dikin, ku piştgirî ji bo berxwedana zarokên wan zêde bibe.
Girtiyê azadiyê Mesût Pehlîvan ê 29 salî jî ji zindana Kayserî Bunyan Tîpa T hejmar 2 girtî ye.
Dayîka wî Xerîb Pehlîvan got, heke daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin, ewê jî beşdarî çalakiyê bibin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI RÊXISTINÊN CIVAKÎ Û PARTIYÊN SIYASÎ BANGA PIŞTGIRIYA BI GIRTIYAN RE
Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê re ji rêxistinên civakî û partiyên siyasî bang hat.
Hevserokê Mebya-Derê Şêxmûs Karadax tecrîda li dijî Rêber Apo weke sûcê dij-mirovî bi nav kir û wiha got:
Şêxmûs Karadax ji bo vê yekê jî xwest her kes piştgirî bide berxwedana girtiyên azadiyê.
Partiyên siyasî SYKP, ESP, HDP, Partiya Keskan û Paşeroja Çep û Partiya Şoreşger jî bang li her kesî kirin, ku piştgiriyeke xurt bidin daxwazên girtiyên azadiyê.