HEM BI DAGIRKERIYA TIRK DIDE KUŞTIN Û HEM JÎ DEREWAN DIKE
BI BOMBEBARANA DEWLETA TIRK ŞEHÎD BÛN, LÊ PDK’Ê GOTIBÛ “DI DESTÊ PKK’Ê DE NE”
7’ê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bi balafiran gundê Zêwe yê Dêraloka Amêdiyê bombe kir.
Di êrişê de Muhsîn Hecî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq şehîd bûn.
Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û astengiyên PDK’ê gel nedikarî cenazeyên xwe heta doh jî bigire.
PDK’ê gotibû “ev welatî ji aliyê PKK’ê ve dîl hatine girtin”
Lê derket holê, ku wê ev welatparêz bi dagirkeriya Tirk dane kuştin.
Çapemeniya PDK’ê ev komkujî dîsa weke êrişeke li dijî PKK’ê bi nav kir.
Li aliyê din cenazeyên her sê welatparêzan piştî karûbarên fermî ji nexweşxaneya Duhokê ji aliyê gel ve hatin wergirtin.
Û li gundê wan bi merasîmekê hatin veşartin.
Hat ragihand, ku ji bo PDK rê li ber nerazîbûneke girseyî ya xelkê li dijî dagirkeriya Tirk bigire, bi lez û bez cenaze nîvê şevê dane veşartin.
Li aliyê din balfirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Kêste yê li herêma Metînayê bombe kirin.