Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW: Di nava 18 salan de Erdogan demokrasî li Tirkiyê tine kir 25.03.2021

 

RÊXISTINA ŞOPANDINA MAFÊ MIROVAN:
DI NAVA 18 SALAN DE ERDOGAN DEMOKRASÎ LI TIRKIYÊ TINE KIR

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan têkildarî siyasetên şefê rêjîma Tirk Erdogan û encama salên wî yên desthilatdariya wî daxuyaniyek da..

Rêxistinê diyar kir ku di nava 18 salên derbasbûyî de Erdogan hemû mekanîzmayên parastina mafê mirovan û pîvanên demokratîk ji holê rakirin.

Di daxuyaniyê de bi taybet îşaret bi hewldanên girtina HDP’ê û vekişîna ji Peymana Stenbolê hate kirin..

Serokê giştî yê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan Kenneth Roth Erdogan bi wê yekê tewanbar kir ku mafên mirovan di asta jorîn de binpê dike û wiha got:

Serok-komarê Tirkiyê di berdêla parastina desthilatdariya xwe de, zerake mezin daye normên demokrastîk. Demên dawî bi taybet Kurdan, jin û hêzên muxalif li Meclisê dike hedefa êrişên xwe.

Roth têkildarî biryara vekişîna ji Peyman stenbolê jî wiha nirxand:

Erdogan nîvê şevê biryara xwe eşkere kir. Ev yek encama desteka komên muhafezekar û dîndar pêk hat.

Bi vekişîna ji peymana Stenbolê, parastina mafê jinan derbasî qonaxeke xeter bû. Ev yek di asta darbeya li dijî mafê jinan hate kirin.

Biryara Erdogan di demeke wiha de hate eşkerekirin, ku zextên li ser jinan û hêzên demokrasiyê zêde bûne.

Serokê HRW li ser hewldanên girtina HDP’ê jî wiha got:

Li ser hewldanên Erdogan û partiya wî, doza girtina HDP’ê ket rojevê. Di heman demê de betalkirina parlementeriya Omer Faruk Gergerlioglu, belavkirina kîn û nefreta li nava civakê û girtina rojnamevan û çalakvanên siyasî hişt ku darbeyek mezin li demokrasiyê were xistin..

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan banga lezgîn a berdana Hevserokê berê yê HD’ê Selahettîn Demîrtaş û karsaz Osman Kaval jî bi bîr xist û wiha got:

Tevî biryara Dadgeha mafê mirovan a Ewrûpa û bangên Konseya Ewrûpayê jî dewleta Tirk li gorî daxwazên Erdogan tevgeriya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv