Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Bila mesafeya navberê çend metre be gelo? 25.03.2021

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
BILA MESAFEYA NAVBERÊ ÇEND METRE BE GELO?

Di 8’ê Sibata 2021’ê de Erdogan bi weşana zindî beşdarî kongreyên AKP’ê yên li Baybûrt, Gîresûn, Nîgde û Zongûldakê bû. Erdogan ji alîgirên xwe xwest ku bi taybetî roja çarşemê li axaftina wî guhdarî bikin. Digot ezê tiştên xweş ji were ragihînim.

Beriya vê axaftinê jî amadekariyek hebû. Kesên navê pisporê ewlekariyê li xwe kiribûn ango zilamên Erdogan ên bi pere li kanalên televizyonan digeriyan çîroka qedandina PKK’ê digotin. Wan digot hêrsa Kurdan li dijî PKK’ê zêde bûye û Kurd ji HDP’ê dûr dikevin.

10’ê Sibatê jî kesên bi meraq çûn ber televizyonê û li benda axaftina Erdogan bûn. Lê ev axaftin betal bibû. Ew tiştên xweş ku wê Erdogan gotiba li Garê hatibûn veşartin. Artêşa Tirk bi 40 balafir û 20 helîkopteran çûbû Garê ji bo ku wê derê dagir bike, lê têk çûbû.

Eger ew operasyona li Garê serketî bûya, wê Erdogan mizgînî dabûya û ew serketin ji bo hilbijartinek pêşwext bi kar anîbûya. Lê çênebû. Serkeftina wî bibû xeyal û têkçûna wî bibû rastî. Ji bo vê yekê jî ji bo alîgirên xwe kêfxweş bike serî li riyeke din da. Ew jî doza girtina HDP’ê bû. Eger li Garê bi serketibûna wê doz li HDP’ê venekiribana.

Kurdistanî li çar aliyên Tirkiye, Ewrûpa û li cîhanê di rewşeke wiha de beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Li qadan îradeya xwe ragihandin. Bi milyonan kesî rasterast daxwazên xwe ji cîhanê re ragihandin. Li sedan cihî Newroz hat pîrozkirin û di hemûyan de heman daxwaz hebû.

Kurdistaniyan careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re destnîşan kirin. Kesên li qadan dilsoziya xwe ya PKK, şehîdan û gerîla re anîn ziman.

Bi milyonan kesî desteka xwe ya ji bo HDP’ê diyar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ew biryara AKP-MHP’ê ya girtina HDP’ê nas nakin. Newroza îsal di heman demê de veguherî hilbijartinekê.

Kesên daketin qadan desteka xwe ji bo Rêber Apo, PKK, HDP, rêveberên wê careke din ragihandin. Her çiqas rola wan cûda be jî lê desteka ji bo wan yek bû.

Kesên beşdarî hilbijartina Newrozû bûn îradeya xwe ya azad nîşan dan. Kesên dixwazin gel û nûnerên wan ji hev cûda bikin dengê NA li dijî wan bilind bû. Êdî karê wan kesan zor e. Yên digotin mesafe têxin navbera xwe bila bibînin. Lewma mesafe ewqasî girseyî bû ku navber têde tinebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv