RÊXISTINA CHRISTIAN PEACEMAKER TEAMS CPT
DEWLETA TIRK ZEXTÊ LI GUNDIYÊN HERÊMA BEHDÎNAN DIKE, Û DIXWAZE GUND VALE BIKE
Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) der barê êrîş û dagirkeriyên dewleta tirk de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Rêxistinê ragihan ku divan çend rojên derbas buyî de hêzên artêşa tirk bi ser gundên Hirurê û Dawayan de girtine.
Artêşa tirk zextê li şêniyên Gund kirine û nehêliştine xelkê gund bi çin ser bax û baxçeyên xwe.
Rêxistinê diyar kir ku artêşa tirk ji şêniyên gund re gotin ku ger hun herîn nava zeviyên, xwe hun jî weke PKK’ê werin hesap kirin û emê êrîşê we bikin û we bi kujin.
Her wiha Rêxistinê diyar kir ku artêşa tikr ji bo ku gundên herêmê vale bike serî li her êrîş û listokan dike.
Herî dawî Rêxistinê bang li hukumeta herêmê û Iraqê kir ku li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bi erk û berpisyariyên xwe rabin û serweriya axa xwe bi barêzin.