LI BEDLISÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
CERDEVANEKÎ DIN JÎ HAT KUŞTIN 2 LEŞKER BIRÎNDAR IN
Arteşa Tirk ev çend roj in li navçeya Bedlîs Tetwanê tevgereke dagirkeriyê daye destpêkirin.
Tevgera dagirkeriyê li bejahiya gundê Uranîs ê girêdayî Tetwanê bi tevlîkirina hêzên hewayî didome.
Doh rayedarên dewletê kuştina fermandarekî teymen û cerdewanekê eşkere kiribû.
Îro jî diyar kirin ku cerdewanekî din jî hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar in
Lê li gorî çavkaniyên herêmî windahiyên artêşa tirk pir zêdetir in, gelek leşkerên birîndar sewqî Nexweşxaneya Tetwanê kirine û çûn û hatina ambulansan pir zêde bûne.