Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistin û saziyên demokratîk bi temeniyên azadî û aşitiyê cejna Remezanê pîroz kirin

 

BI PEYAMAN CEJN PÎROZ KIRIN
RÊXISTIN Û SAZIYÊN DEMOKRATÎK BI TEMENIYÊN AZADÎ Û AŞTIYÊ CEJN PÎROZ KIRIN

Rêxistin û saziyên demokratîk ên kurdistaniyan bi peyamên xwe ve cejna Remezanê li gelê kurd û alema misliman pîroz kirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate ragihandin ku ew îsal cejnê di nava rewşeke aloz de pêşwazî û pîroz dikin û wiha hate gotin, “Li tevahiya Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin.

Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin.

Êrişên dewleta Tirk ên qirkirinê zêde bûne.

Kurd şerê man û nemanê dikin.

Berxwedan dewam dike; tevî van şert û mercên dijwar jî, em bi hêvî û bi xwedî bawerî ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.

Bi vê munasebetê em cejna Remezanê di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li tevahiya alema Îslamê pîroz dikin.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kirin.

Hevserokan diyar kir ku di nav şer, pevçûn, dagirkerî, zilm, neheqî, xizanî, pandemî û şert û mercên dijwar de Cejna Remezanê ya 2021’an bi dilekî xemgîn tê pêşwazîkirin

û ev peyam dan: Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz be.”

Tevahî sazî û rxêstinên civaka Êzidî yên li derveyî welêt jî bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke hevpar weşandin.

Saziyên Êzidiyan cejna Remezanê li welatparêzên Kurdistanê û bawermendên cîhana Îslamê yên demokrat û mirovperwer pîroz kirin.

Û ev peyam dan: “Em hêvîdarin ku em hemû cejnên xwe li welatê xwe yê rizgarkirî, azad û demokratîk pîroz bikin.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê jî bi minasebeta cejnê peyamek weşand.

KCDK-Ewropayê diyar kir ku hewldanên dagirkeriyê û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta AKP’ê di vê Cejna Remezanê de jî dewam dike û ev peyam da:

Li dijî gefên dagirkeriyê yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye, divê em ji her demê bêhtir xwedî li yekîtiya xwe ya neteweyî derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de bi hêviya ku cejna îsal bibe wesîleya azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edalet ji bo gelê Kurd û mirovahiya mezlûm, cejn li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê hate pîrozkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv