CENGA XABÛRÊ LI METÎNAYÊ
HPG: LI GIRÊ ŞEHÎD AZAD 2 DAGIRKER HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê bi daxuyaniyekê encamên dawî yên çalakiyên gerîlayan eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêma Metîna bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê rabûn.
12’ê Gulanê artêşa Tirk a li ser Girê Şehîd Azad ê li qada Derarê bi çalakiyeke sabotajê bû hedef.
Di çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.
HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL
HPG: GERÎLAYAN JI HEWAYÊ DAGIRKERÊN LI SER GIRÊ ZENDÛRA KIRIN HEDEF
11’ê Gulanê jî dîsa li Metîna Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di nava tevgerê de bûn.
Gerîlayan dagirkerên li ser Girê Zendûra ji hewayî kirin hedef û bi awayekî serketî li wan dan.
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk bi balafirên şer û helîkopteran li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî cih digirin.
11ê Gulanê qada Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran bi balafirên şer hat bombekirin.
12’ê Gulanê artêşa Tirk bi helîkopteran esker danîn qada Mervanos a Avaşînê.
Heman rojê qadên Cîloya Biçûk û Herfa T ên Zapê bi helîkopteran hatin bombekirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.