REWŞENBÎRÊ KURD HAYDAR IŞIK
DI 84 SALIYA XWE DE LI ALMANYA JIYANA XWE JI DEST DA
1937’an dema Terteleya Dersimê, li navçeya Qislê ji dayîk bû.
Li Mûş, Qislê û Pilemoriyê mamostetî kir.
1974’an derket derveyî welêt.
Cûntaya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî ew ji hemwalîbûna Tirkiyê avêt û dest danî ser mal û milkên wî.
Serokatiya PEN’a Kurd kir.
Pirtûkên bi navê Memîk Axa’yê Dersimî, Terteleya Dersimê, Em li benda şefeqê namînin a bîranînên gerîla, Ji Şerkoy heta Selehadînê Eyûbî, Stargeha Dawî çîroka gerîla nivîsîn.
Di nava gelek xebatên Kurdan de li derveyî welêt cihê xwe girt.
17’ê Kanûnê li Almanya di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.