HOVÎTIYA DEWLETA TIRK LI DIJÎ NIRXÊN GELÊ KURD
261 CENAZEYÊN ŞEHÎDAN HÊ JÎ LI BIN PEYARÊYA GORTISTANA KÎLYOSÊ NE
282 cenaze…
282 pakrewanên ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe fedakirî.
282 giyanên li rex hev şehîdbûyî û bi hev re hatî veşartin.
282 giyanên bûne nirxên gelekî.
Li Şehîdgeha Xerza ya Bedlîsê li rex hev hatibûn veşartin.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo şopên berxwedan û pakrewaniya van lehengan ji dîroka têkoşîna azadiyê bibe, her 281 cenaze bi awayekî hovane revandin.
Yek bi yek ji gorên wan derxistin û li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê, di bin peyarêyekê de veşartin.
Jixwe di dema girtina cenazeyên gerîlayan de ji aliyê malbatên wan ve ev yek derketibû holê.
20 malbatan cenazeyên 21 şehîdan wergirtin.
Lê belê 261 cenaze hê jî li bin peyarê li ser hev beş bi beş veşartî ne.
Dewleta Tirk a dagirker bi vê kirina xwe birîneke din di wijdana mirovahiyê de vekir.