LI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN
REWŞA GIRTIYÊN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE HER KU DIÇE XIRAB DIBE
Li girtîgehên Tirkiyê girtiyên siyasî ji bo balê bikşînin ser tecrîdkirina Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
Grev ji aliyê koma 29’emîn ve di roja 143’an de dewam dike.
Sazî û rêxsitinên mafên mirovan li himber bêdengiya hukûmetê û aliyên peywendîdar gûmanên xwe tînin ziman.
Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Umît Bîçer û Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê Esîn Çelîk çalakiyên girtiyan nirxandin.
LI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ BINPÊKIRINA MAFÊ MOROVAN
PROF. DR. UMÎT BÎÇER: ÊŞKENCE JI BO AKP’Ê BÛYE RÊYA DOMANDINA ÎQTIDARA XWE
Prof. Dr. Umît Bîçer da diyarkirin ku desthilatdarî di warê îşkenceya tê kirin de bêdeng dimîne û got:
“Êşkence, ji bo AKP’ê bûye rêyeke domandina îqtidarê.”
Prof. Dr. Umît Bîçer, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê zirarê didin bedena mirovan û wiha domand:
“Ya girîng ew ku ev mirov ji bo çi ketine greva birçîbûnê. Lewma divê em guh bidin daxwazên wan.
Ji bo vê jî divê hin mekanîzma bên afirandin û diyalog çêbibin.”
Bîçer, diyar kir ku desthilatariyê polîtîkayên xwe li ser civakê ferz dike û wiha pêde çû:
“Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan muzakere bên destpêkirin.
Ji ber bêhuquqiya heyî mirov dikevin grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.
Divê îqtidar vê yekê fêm bike û li gor vê tevbigere.”
LI GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ BINPÊKIRINA MAFÊ MOROVAN
HEVSEROKA MATÛHAY-DER’Ê ESÎN ÇELÎK: LI GIRTÎGEHA TU TEDBÎR NÎNE
Hevseroka MATÛHAY-DER’ê Esîn Çelîk jî bal kişand ser zextên li girtiyan tê kirin û got:
“Li girtîgehan hema bibêje tu tedbîr nayên girtin. Di bin navê lêgerînê de pêdiviyên bingehîn jî tên qedexekirin.”