PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI BO AZADIYA RÊBER APO LI ZÎNDANAN, LI MEXMÛR Û LAVRÎOYÊ ÇALAKÎ DIDOMIN
Bi şîara “Dem Dema Azadiyê ye” girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev 143 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Armanca çalakgeran şikandina pergala Îmraliyê ya tecrîd û îşkenceyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.
Çalakiya bêdem û dorveger ji aliyê koma 29’an ve tê birêvebirin.
Rayedarên dewleta Tirk jî ji bo şikandina îradeya çalakgeran li zîndanan zextên xwe zêde kirine.
Çalakger tim bi cezayên dîsîplînê re rû bi rû dimînin.
Hevdîtinen wan ên bi malbatan re qedexe dikin û li ser wan zext û êşkenceyeke giran heye.
Li dijî hemû zext û tehdeyan çalakger bi israr berxwedana xwe didomînin û ji aya giştî jî dixwazin li dora vê berxwedanê bibin yek.
Ji 16’ê Kanûnê ve xelkê wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî bi çalakiya greva birçîbûnê heman tiştî dixwaze.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo tam 122 roj roj li pey xwe hişt.
Li wargeheke din a penaberan, Lavrîo ya li Yûnanistanê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê didome.
Çalakiya li Lavrioyê 105 roj li pey xwe hiştin.